Amarîka navê kesayetên Rûsî xist lîteya xwe ya kesên cezakirî

Amarîka cezaya aborî li ser kesayetên rûsî ku wezîrê karê hindir jî di nav de feriz kir.

Amarîka navê kesayetên Rûsî xist lîteya xwe ya kesên cezakirî
6 nîsan, 2018   13:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sputine, Amarîka navên 38 karzar û kesayetên Rûsî yên fermî xist lîsteya xwe ya kesên ceza li ser wan heye.

Wezareta Xezîneyê ya Amarîka diyar kir ku wan navên Sekreterê Meclîsa Ewlekariyê ya Rûsiya, Serokê Şirketa Xazborim, Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Parêzvanên Netwî yên Rûsiya jî di nav de xistine lîsteya xwe ya kesên ceza li ser wan.

Di heman demê de hate diyar kirin ku navê Wezîrê Karê Hindirê ê Rûsya di nava lîsteyê de û destnîşan kir ku ji ber bûyerên Ukraniya navî wî xistine lîsteyê. Her wiha navê Şirketa Rûsî ya "Rûs Oboron Iksort" jî li ser rewşa Sûriyê xistina lîsteyê.

Di nava lîsteyê de her wiha navê Mudîrê Berê yê Istxbarata Hindirîn a Rûsiya  Mîxaîl Feradokov jî heye.

(dc)