Li Filistîn alozî didome, 10 Filistînî birîndar bûn

Li ser sînorê Xeza û herêmên di bin serweriya Îsraîl de, 10 welatiyên Filistînî hatin gulebarandin û birîndar bûn.

Li Filistîn alozî didome, 10 Filistînî birîndar bûn
6 nîsan, 2018   12:32

XEZA

Bi sedan welatiyên Filistînê bi armanca ku beşdarî "Meşa Mezin a Vegerê " bibin, ber bi sînorê di navbera Xeza û herêmên di bin serweriya Îsraîl de herikîn.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku rewş li ser sînor tevlihev e, û sekvanên Îsraîl, Filistîniyan raste rast gulebaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama gulebarana hêzên Îsraîl de 10 welatî, di nav de, yek rojnamevan di zikê xwe de birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Nûçegihanê me diyar kir ku hejmarek welatiyên Filistînê li herêmên rojhilatê Xan Yûnis û başûrê Xezayê, rojhilatê taxa El-Şûcaiya û El-Zeytûn a rojhilatê Xezayê sînor derbas kirin û alavên leşkerî yên Îsraîl desteser kirin.

(bb)

ANHA