Şêniyên Ayîd ji ber siyasetên Tirkiyê dê tî bimîn in

Mudîriyeta Avê ya Şaredariya Gel a Tebqayê diyar kir ku metirsîn heye ku gelek alavên belavkirina avê yên avê didin herêmê Tebqayê ji ber kêmbûna avê ji kar rawestin û got ku ev ji ber dewleta Tirk a dagirker av qut kiriye.

Şêniyên Ayîd ji ber siyasetên Tirkiyê dê tî bimîn in
Şêniyên Ayîd ji ber siyasetên Tirkiyê dê tî bimîn in
Şêniyên Ayîd ji ber siyasetên Tirkiyê dê tî bimîn in
Şêniyên Ayîd ji ber siyasetên Tirkiyê dê tî bimîn in
6 nîsan, 2018   09:15

TEBQA

Li gorî agahiyên ji mudîriyeta avê ya Tebqayê hatine girtin, di bîrên herêmê de û bi taybet bîrên gundên Ayîd, Kerîn û mezreyên derdora wê de asta avê gelekî kêm bû ye û daketiye astekê ku tu carî wiha daneketiye.

Berpirsê navenda derxistina avê ye Ayîd, Ednan El-Ciriş derbarê mijarê de wiha got: "Asta ava herdû bîrên didin gundê Ayîd ji beriya sê mehan û vir ve gelekê dadikevin. Asta avê naghêje dînemyona û parşeyên wê yên diyar ku avê bikşîne."

Idnan El-Ciriş derbarê ziyanan de jî got ku heger wiha dewam bike wê herdû dînemo ji xizmetê derkevin û wiha wê bi hezaran welatiyên herêmê û koçberên li wir bi cih bûne, bê ava vexwarinê bimîn in.

Beriya niha jî psporên mudîriyeta Bendava Firatê hişarî dan ku heger dewleta Tirk avê qut bike wê felaketek pêk were, niha jî asta ava gihiştiye asta qutkirina wê bi temamî. Li gorî qanûnên navdewletî divê dewlea Tirk di saniyê de 500 M3 bide Sûriyê.Mertisîna welatiyên herêmê ji ber siyasetên dewleta Tirk a girtina ava çem zêde dibe.

(dc)

ANHA