Pentagon: Misyona me ya li Sûriyeyê neguherî ye

Wezareta Parastinê ya DYA'yê diyar kir ku misyona wan a leşkerî ya li Sûriyeyê neguherî ye û yekîneyên wan wê li wir bin.

Pentagon: Misyona me ya li Sûriyeyê neguherî ye
6 nîsan, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Pentagonê Dana Whîte got, "Pozîsyona me ya li Sûriyê têkbirina koma Dewleta Îslamê ye" û lê zêde kir, "ev misyona me neguherî ye."

Serokdewletê DYA'yê Donald Trûmp Sêşemê bi daxuyaniyekê, berevajî daxuyaniyên general û şêwirmendê xwe gotibû ew ê ji Sûriyê vekişin. Qesra Spî diyar kiribû ku misyona leşkerî ya têkbirina DAIŞ’ê bi dawî bûye lê li ser vekişandinê ti dîrokek diyar nekiribû.

Yek ji berdevkê din ê Pentagonê Kenneth Mckenzîe jî gotibû stratejiya leşkerî ya li Sûriyê neguheriye.

Mckenzîe got, "Her car, me got li dijî koma Dewleta Îslamê dema ku em gihaştin armanca xwe, em ê asta xwe ya li qadê ji nû ve eyar bikin. Bi vê maneyê hê tiştek neguheriye."