Li bajaroka El-Cirniya hemleya çandina daran bidawî bû

Şaredariya Gel a bajaroka El-Cirniya bi beşdarbûna hejmareke mezin ji jinan hemleya çandina daran a ku 40 rojî dewam kir, bidawî kir.

Li bajaroka El-Cirniya hemleya çandina daran bidawî bû
6 nîsan, 2018   09:44

TEBQA

Şaredariya Gel a bajaroka El-Cirniya beriya niha bi 40 rojî hemleya çandina daran destpê kiribû.

Şaredariya Gel dar li baxçe û saziyên sivîl çandin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagirk kirin, derfet nedidan welatiyan ku daran biçînin û her wiha dar qut dikirin ji ber vê yekê şaredariyê dest bi hemleya çandina daran kir.

Her wiha şaredariyê û bi hevkariya şêniyan dar li deriyê rojava yê ketina bajarok çandin.

Hejmareke mezin ji jinên bajarok tevlî hemleya çandina daran bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên QSD`ê di meha çileyê 2016`an de bajaroka El-Cirniya di Pêngava Xezeba Firatê de ji çeteynê DAIŞ`ê rizgar kir.

(bx)

ANHA