'Divê dewleta Tirk li gorî qanûna dabeşkirina avê tevbigre'

Hevserokê Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Ehmed Silêman diyar kir ku dewleta Tirk ji kêmkirina saetên ceyranê ya li Tebqayê berpirsyar e û bang li gelê herêmê û saziyên navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van siyasetên xweyên li dijî herêmê pêk tîne, bîne.

'Divê dewleta Tirk li gorî qanûna dabeşkirina avê tevbigre'
6 nîsan, 2018   09:09

TEBQA

Ehmed Silêman derbarê mijarê ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî yên derbarê dabeşkirina ava di erdê zêdeyî dewletekê re derbas dibe binpê dike û daxwaz kir ku dewleta Tirk dest ji van kiryarên xwe yên derexlaqî berde.

Çemê Firatê di Tirkiêy, Sûriyê û Îraqê re derbas dibe. Çem dibe jêdereke sereke ji beşek mezin ji şêniyên Sûriyê re ya ava vexwarinê ye. Di heman demê de çavkaniya sereke ya ceyranê ya herêmeke berfireh e û bi hezaran donim zevî ji ava çem têne avdan.

Qanûnên navdewletî derbarê dabeşkirina avê di navbera dewletan de esas digre, ev li ser esasê edaletê û wekheviyê tê kirin.

Ev rêgeza sêyemîn a mîsaqa NY ya ereka aborî ya dewletan ku sala 1974'an hate danîn. Li gorî qanûnê Dema çavkaniyek xwezayî di nava dewletan de divê li ser esasê alîkarî û sîstemeke wekhev were dabeşkirin. Ev qanûn li ser çeman, Golan û herwekî din jî pêk tê.

Niha ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê girtiye, asta avê di xaka Sûriyê de pir kêm bû ye, Ehmed Silêman jî ev wekî tehdîdek li ser jiyana welatiyên herêmê, her wiha li ser zeviyên çandiniyê ku jêdera sereke a jiyana welaityan.

Hevserokê Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Ehemed Silêman di dawiya axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk bi şandina çeteyên xwe ya li ser gelê Sûriyê têr nebûn niha avê jî li ser wan digre û jiyana wan dixe metirsînê.

(dc)

ANHA