Ji ber qutbûna  Çemê Belîx cotkar bi fikarin zeviyên wan xira bibe

Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn ava Çemê Belîx ku ji aliyê Bakurê Kurdistanê derbasî Bakurê Sûriyê dibe qut kiriye. Cotkarên ji ber çem zeviyên xwe av didin bi tirsin ku zeviyên wan hişik bibin.

Ji ber qutbûna  Çemê Belîx cotkar bi fikarin zeviyên wan xira bibe
6 nîsan, 2018   04:30

TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk ava Çemê Belîx qut kiriye. Li herdû aliyên çem ji herêmên Bakurê Sûriyê bi hezaran hiktar zevî têne avdan. Ev yekem care  ku ev wiha tê qutkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi zenebûn pirojeyan li ser Çem av dide da ku beşek mezin ji avê bigre û ji ser xaka Sûriyê qut bike.

Çemê Belîx ku duyemîn çemê girîng piştî Firatê ku di xaka Sûriyê re derbas dibe. Şêniyên gundên bakur-rojhilatê Reqayê û Girê Sî zeviyên xwe ji ava wê av didin. Ava çem niha hatiye qutkirin, ev yek jî bû cihê metirsînê di nava hemû cotkarên herêmê.

JI ber ku dewleta Tirk a dagirker benda li ber ava çem danîne û zeviyan li aliyê xwe jê av didin, qut bûye.

Di demsala buharê ji her sal de ji ber helandina bervê li herêma Ermêniya lehî di çemê de pêk tê, lê îsl ji ber ku baran pir kêm hat, jêderên din ji ava çem re kêm bû.

Dirêjbûna çem di xaka bakruê Sûriyê de bi qasî 110 kîlometre, ji herêma Ên Arûs a girê Sî ji sînorê Tirkiyê destpê dike. Ava wir tê tevlî ava kaniya Ên Arûs dibe û Çemê Belîx çêdibe.

Cotkarên herdû aliyên çem zeviyên xwe jê av didin, welatî bi tirsin ku ji ber qutbûna avê zeviyên wan ên niha hişik bibin.

Cotkarên bi navê Îsa El-Hemûd û Mihemed El-Esker derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û wiha got: "Em zeviyên xwe her sal ji ava çemê belîx av didin. Lê îsal ji ber av qut bûye, mewsimê me bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Di van deman de ji her sale m zeviyên xwe av didin. Zeviyên me yên demsala zivistanê hîn 2 av jê re pêwîste da ku bistewe. Lê av qut bûye. Beriya Niha ava Çemê Belîx tu carî qut ne bûye.

Dewleta Tirk a dagirker av Çemê Firatê jî qut kiriye, ji ber wê jî mertirsîna ku Bandavên Firat, Azadî û Rojava ji xizmetê derkevin heye.

(dc)

ANHA