ROJEVA NAVENDA NÛÇAYAN A 06.04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇAYAN A 06.04-2018
6 nîsan, 2018   04:00

-Pêşketinên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê wê were şopandin.

-Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û Bakurê Sûriyê wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk û çeteyên wê ji bê dengiya civaka navdewletî ya beranberî kiryarên wê yên li dijî gelê kurd li Efrînê sûd wergiritiye û guhertina demografî ya li herêmê bi hemû hêza xwe didomîn e.  Welatiyên êzîdî yên Efrînê rastî kriyarên herî hovane yên Artêaş Tirk û çeteyên wê tên, siyaseta tunekirinê li ser wan tê meşandin cihê wan ên pîroz têne ruxandin û zor li wan tê kirin ku bibin misliman. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

PORTRA

-Kên in ên ji bo şopandina xeta şehîdan û pêkanîna kar û xebatên baş ji bo xizmeta welatên xwe têne dinê. Egîd Sadiq yek ji wan ciwanan e ku ji destpêka hate dinê, di rojeye pîroz de hat dinê û heta di şerê hebûn û tuna gelê kurd de şehîd bû tekoşîna xwe dewam kir. ( BI WÊNE Û DÎ MEN)

CIVAK Û JIYAN

-Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn ava Çemê Belîx ku ji aliyê Bakurê Kurdistanê derbasî Bakurê Sûriyê dibe qut kiriye. Cotkarên ji ber çem zeviyên xwe av didin bi tirsin ku zeviyên wan hişik bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di 4 salên derbasbûyî de gelê Reqayê rastî zulim û zordariyeke mezin a çeteyên DAIŞ'ê hatin. Bi taybet dema ku çeteyan xwestin çanda xwezayî ya civakê talan bikin û fikrên xwe yên turndrew li ser gelê herêmê bi navê olê feriz bikin. Lê îro jiyana Reqayê hêdî hêdî vedigere û asayî dibe. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kurk ji cilê zivistanê yên herî gerim ku zilam li herêmê bi kar tînin, hemû canê mirovan digre û wan ji sermê diparêze. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kantona Şehbayê ya Bakruê Sûriyê di beşê bakur a navîn a Sûriyê de ye. Ji aliyê wê yê rojhilat bajarê Babê heye, ji aliyê wê yê rojava jî Idlib, ji başûr Heleb û ji bakur jî sînorê Tirkiyê ye. Herêma wê raste û bi xaka xwe ya baş ji bo çandiniyê tê naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Ehemed Silêman diyar kir ku dewleta Tirk ji kêmkirina saetên ceyranê ya li Tebqayê berpirsyare û bang li gelê herêmê û saziyên navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van siyasetên xweyên li dijî herêmê pêk tîne, bîne. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

NÛÇEYÊN HERÊMÎ

-Mudîriyeta avê ya şaredariya gel a Tebqayê diyar kir ku metirsîn heye ku gelek alavên belavkirina avê yên avê didin herêmê tebqayê ji ber kêmbûna avê ji kar rawestin û got ku ev ji ber dewleta Tirk a dagirker av qut kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mudîriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya herêma Tebqayê banga mirovî li rêxistinên taybet ên mayînan radikin da ku depoyên genim ên Hinîde ya rojhilatê Tebqayê ji mayînan paqij bikin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA