Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên salekê vegot

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera yekem a damezirandina xwe civîna çapemeniyê lidar xist û kar û xebatên hate niha pêk anîne vegotin. Hemû Serokê Desteyên Meclîs û komîtên rêveberiyê beşdar  bûn.

Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên salekê vegot
5 nîsan, 2018   15:44

REQA

Civîna Çapemeniyê li navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin, di civînê de kêşe û zehemtiyên bi Rêveberiya Sivîl a Reqayê re rû bi rû bûne hatin vegotin.

Di destpêka civîna çapemeniyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrehîm El-Ferec axivî û wiha got: "Îro û piştî salek di ser damezirandina meclîsa me re derbas bû û piştî bajarê me ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Em li virin da ku em xebatên meclîsa xwe ku ji bo xizmeta welatiyan hemû derfetên xwe bikar anîn, binirxîn in. Xebatên me ji pêşwazîkirina koçberan li kampa Ên Îsa û heta vekirina rê ji bo vegera welatiyan a taxên bajarê Reqayê piştî ku ji mayîn û bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin."

El-Ferec di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser xebatên Melcîsê ku derbasî bajarê Reqayê bûye û wiha dom kir: "Nihe jî Melcîsa me li navenda bajarê Reqayê bi cih bû ye. Yekser hemû pêdivî û pêwîstiyên welatiyan têne peydakirin. Tureyên avê têne amadekirin, her wiha kenalizyon, tureyên ceyranê, telefon û xebatên perwedeyê jî têne meşandin."

Di berdewama civînê de rapora Komîteya ji nû ve avakirinê hate xwendin û hate gotin ku komîteya bajarekî xirabûyî girt û wiha dom kir: "Ji ber vê  yekê komîteyên ji nbû ve avakirinê ku ji dildaran, endizyar û her wekî din pêk tên hatin avakirin. Xebtaên ji nû ve avakirinê hatin destpêkirin. Ji xebatên hatin pêkanîn kenalên avê hatin temîrkirin, stasyonên avê yên avê didin hemû taxên bajar û gundên wê hatin temîrkirin. Ev tevî wêraniya zêde û metirsîna ji mayînan jî pêk hat."

Rapora komîteya Karûberên civakî û kar jî hate xwendin û hate gotin ku Komîteya hejmartinê ya girêdayî buroya rêxistinên hejmartina malbatan hate avakirin.

Di civînê de her wiha beşê endizyaran a komîteya Ji nû ve avakirinê ve hate xwendin.

Di dawiya civîna çapemeniyê de Hevseroka Meclîsa  Sivîl a Reqayê Leyal Mustefa axivî û got ku di demeke kurt de û tevî wêraniya zêde Melcîsa wan bi derfetên xwe yên herî kêm ji hemû cîhanê re isbat kir ku îradeya gelê Reqayê xurte û got ku meclîsa wan wê pîlana xwe ya dema pêş jî amade bike.

Leyla Mustefa di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû rêxistinên civaka navdewletî kir ku alîkariya gelê Reqayê bikin da ku karibin zû xebatên avakirinê pêk bîn in.

(dc)

ANHA