Dozgeriya giştî li dijî ENKS'iyên bi îxanetê hatine tewanbarkirin birîyar da

Dozgeriya giştî li Dadgeha Gel a Bakurê Sûriyê got ku piştî giliyên welatiyên Efrînê û herêmên din ên Bakruê Sûriyê yên li dijî Endamên ENKS'ê û Partiya Yekîtî bi tewanbariya îxanetê ji ber beşdariya wan di êrîşa li dijî Efrînê, Dadgehê li dijî wan kesan biryara girtinê derxist, da ku li gorî qanûnan werin lêpirsîn.

Dozgeriya giştî li dijî ENKS'iyên bi îxanetê hatine tewanbarkirin birîyar da
5 nîsan, 2018   15:18

QAMIŞLO

Dozgeriya Giştî li Dadgeha Gel derbarê mijdarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Piştî 7 sal di ser aloziya Sûriyayê re derbas bû û çeteyên DAIŞ'ê ku bibûn metirsîna herî xeter li herêmê û cîhanê têk çûn, ewlekarî li herêmên Bakurê Sûriyê gihişt asta xwe ya herî baş. Lê Dewelta Tirk a ji destpêkê piştgiriya DAIŞ'ê dike, ev têkçûna wan tehmûl ne kir. Lewma bermahiyên çeteyan li ba xwe kom kirin, da ku wan di dagirkiriya Efrînê de bikar bînin. Efrîna ku bi dehezaran welatiyên Sûriyê yên ji gelek herêman koçber bibûn lê bi cih bibûn, Efrîna ku bibû sembola aştî û aramiyê li herêmê dagr kirin û wêran kirin.

Dewleta Tirk di êrîşa li ser Efrînê de hemû cûreyên çekên giran û balafiran bi kar anîn. Ne tenê çek bikar anîn, lê di heman demê de di riya çapemeniya xwe jî şerê taybet li dijî welatiyan da meşandin û xwest raya giştî û gelê Efrînê bixapîne, her wiha da ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bide. Di hemand demê de hin keseyatên kurd ên çete derxistin, da ku rastiyan berûvajî bikin. Ji komên çete yên kurd ên cihê xwe di nava çeteyan de girtin jî komên bi navê Siqûr El-Ekrad, Ketaib Selahedîn El-Eyûbî, Ketîbeya Azadî û Ketîbeya Mişel Temo ne.

Van koman di qetilkirina gelê kurd û wêrankirina herêmên wan de cih girtin. Piraniya van koman siyaseta ENKS'ê esas digrin, di heman demê de siyasetmedarê ENKS, li ser zimanê Endamê wê yê di nava Koalîsyona Opozisyonê de Fûad Elîko ev tişt piştrast kir û got ku 6 komên wan ên çete yên kurd di êrîşa li ser Efrînê de cih digirin.

Ev yek hevkariya di navbera ENKS û dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn wêran kirir de nîşan dide. Di heman demê de Serokê Berê yê ENKS'ê Ibrehîm Biro daxuyanî dabû û got ku ew ê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê têk bibin. Ev di riya dagirkirin û wêrankirina bajarê n kurdî û wêrankirina gelê wê de pêk tê.

Girtina nehcê dijminatî ya bi şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ku endamên ENKS'ê ku partiya Yekîtî  ya Kurd li Sûriyê nûnertiya wê dike, dikeve xeta îxaneta bi gelê kurd û destkeftiyên wan ku bi xwîna ciwanên kurdan hatine bidest xistin. Tevî vê hevkariya di navbera partiya Yekîtî û beşdarbûna wan dagirkeriya Efrînê de diyar e. Li ser vê yekê li dijî endamê ENKS'ê Fûad Elîko û Ibrehîm Biro doza derbarê dijîtiya gelê kurd hatiye vekirin.

Li gorî yasan û tevgerên wê yên qanûnî li ser doz û giliyên li dijî wan kesên navborî ku ji aliyê welatiyên ji Bakurê Sûriyê û malbatên Şehîdan ve hatine vekirin. Diyar bû ku enamên ENKS'ê bi Koalîsyona Opozisyona Sûriyê re li dijî gelê Bakurê Sûriyê dijminatî kiriye û rola wan di dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê de heye.

Li ser vî esasî saziyên me yên dadweî û ewlekarî biryara girtinê derheqê wan kesan de da û li pey wan ketin, da ku li gorî qanûnan lêpirsîn bi wan re were kirin."

(dc)

ANHA