Şêniyên Bakurê Sûriyayê li Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Welatiyên tevlî meşa Minbicê bûn diyar kirin ku ewê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevein û tekez kirin ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û wê bi hemû hêza xwe li dijî gef û tehdîdên wan derkevin.

Şêniyên Bakurê Sûriyayê li Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
5 nîsan, 2018   14:19

MINBIC

Şêniyên Bakurê Sûriyê li dijî gef û tehdîdên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ên dibêje ku wê Minbicê jî wekî Efrînê dagir bike, meşek lidar xistin. Meşvanan dlên QSD'ê û hêzên di bin sîwana wê de hilgirtin.

Welatiyên Bakurê Sûriyê li meydana meşê kom bûn. Welatiyan bê navber diruşmeyên li dijî dagirkiriya dewleta Tirk beriz dikirin û banga yekîtiyê li dijî dagirkeran heta kirin. Di pêşiya meşê de jî bi dehan rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên Fedraliya Bakurê Sûriyê û saziyên civaka Sivîl li pêşiya meşê bûn.

Meşvanên ku dest bi meşê kirin her wiha pankartên bi nivîsên "Kujer Erdogan, na ji dagirkeriya Tirk re" vekiribûn û bi israra berxwedanê dest bi meşê kirin û heta Meydana Giştî ya nava bajarê Minbicê meşa xwe dewam kirin.

Li vir meşvan kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Axaftina destpkê ji aliyê endamê Komîteya Çand û Hunera Demokratîk a Minbicê Emel Dada, her wiha Serokê Meclîsa Rêvebe a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El-Ferec axivîn. Her wiha li ser navê Rêveberiya Reqayê jî Emîr Xabûr, li ser navê Rêveberiya Girê Spî Hemdan El-Ebid û li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêrizor Zehwan Ebdulhemîd, her wiha li ser navê TEV-DEM ya Kobanê Eyşê Efendî axivîn.

Di axaftinan de êrîşa dewetla Tirk û dagirkirina wê ji xaka Bakurê Sûriyê  hate şermezarkirin û hate gotin ku wê gelê Bakurê Sûriyê bi hemû hêza xwe û bi yek destî li dijî dagirkeran liber xwe bidin.

Piştî axaftin bi dawî bûn gelê Bakurê Sûriyê bi diruşmeyan dawî li meşa xwe ya li Minbicê anîn.

(dc)

ANHA