Şandeya Birîtanya: Tiştê me li Rojava dît em ê bighînin perlemantoya welatê xwe

Şandeya Birîtanî ya ku serdana Rojava kir diyar kire ku ew ê li welatê xwe dest bi hemleya ji bo piştgiriya Rojava-Bakurê Sûriyê bikin, her wiha destnîşan kirin ku ew ê tiştê li Bakurê Sûriyê dîtin wê bighîn in parlematoya welatê xwe.

Şandeya Birîtanya: Tiştê me li Rojava dît em ê bighînin perlemantoya welatê xwe
5 nîsan, 2018   14:02

QAMIŞLO

Şandeya Birîtanî ku ji Cîgirê Partiya Karkerên Birîtanî Lloyd Russell Moel, Senator Meclîsa Giştî ya Birîtanî Lord Maurice Glassman, Mûdirê Buroya Sendiqeya Navdewletî  Simon Dibbing û Mûdîrê Navneda Pêşverû ya kurdî Ibrahîm Dogos pêk tê serdana Rojava-Bakurê Sûriyê kirin. Îro li navenda Desteya Karê Derve ya Herêma Cizîrê civîna çapemeniyê lidar xistin. Bi dehan rojnemavan û nûnerên saziyên çapemeniyê beşdar bûn.

Di civîna çapmeneiyê de Senator Meclîsa Giştî ya Birîtanî Lord Maurice Glassman axivî û aramnca serdana xwe ya ji Rojava-Bakurê Sûriyê anî ziman.

Glassman di destpêka axaftina xwe de got ku ew derbasî xaka Rojava bûn û wiha dom kir: "Me serdana goristana Şehîdan a Kobanê kir, me bi birîndarên YPG/YPJ'ê li Qamişlo hevdîtin pêk anî. Me li vir rihê fedekarî yê gelê Rojava bi çavên xwe dît."

Glassman, di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser zehmetiyên derbasbûna wan a Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me zehmetî dît heta em gihiştin vir, lê em bi serdana Rojava gelekî kêfxwe bşne, em ê carên din bi şandeyên mestir jî serdana herêmê bikin."

Glassman,  her wiha da zanîn ku ew ê kar bikin ku tiştên li Rojava-Bakurê Sûriyê bi çavên xwe dîtin bighîn in Perlemantoya Birîtaniya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê civînan û kongreyan li dar bixin, da ku em behsa rewşa Rojava-Bakurê Sûriyê bikin. Di ehman demê de beriya demekê me dest bi hemleyekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kiriye. Şoreşa li Rojava-Bakruê Sûriyê hatiye jiyankirin, bandor li dehezaran siyasetmedar û welatiyên din ên Birîtaniyayê kiriye."

Glassman, di berdewama civîna çapemeniyê de jî destnîşan kir ku ew hatine da ku hevgirtina di navbera gel, netew û olên li herêmê bi hev re jiyan dikin bibîn in û wiha pê de çû: "Me bi çavên xwe rastiya li vir tê jiyankirin dît. Hevgirtina di navbhera ciwan û kalepîrên kurd, ereb û suryanî de pir xurte. Bi hev re bi awayekî demokratîk û bi hezkirin bi hev re jiyan dikin. Ev tiştekî girîng e. Ji ber vê yekê dewletên herêmê naxwazin projeya li vir biser keve û êrîşê wê dikin. Lê gelê herêmê ji bo yek armancê, ji bo projeya dûrî zulim û tundiyê li hev kom bûne û yekîtiya xwe ava kirine."

Senator Meclîsa Giştî ya Birîtanî Lord Maurice Glassman, di nava axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a li herêmê û wiha domand: "Li Rojava cihê jinê pir bilind e. Ew jiyana civakî, leşkerî û siyasî birêve dibe. Ne tenê wiha di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê dike. Ev tiştkî pir bedewe û bala mirov dikşîn e."

Lord Maurice Glassman, her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê, Rûsiya û Îran naxwaz in ev projeya demokratîk a li Rojava-Bakruê Sûriyê serbikeve û wiha axivî: "Dewletên navborî dixwazin gelên herêmê bixin bin desthildariya xwe. Naxwazin rêveberiya gel li vir ava bibe. Lê me li vir îradeya xurt a gel bi çavên xwe dît. Divê ev berxwedan û tekoşîn dewam bike."

Glassman, bi van gotinan jî dawî li civîna çapemeniyê anî: "Piştî em vegerin Birîtaniya, em ê dest bi hemleya piştigiriya bi gelê Rojava re bidin destpêkirin. Ji ber pêwîstiya Rojava di vê demê de bi piştgiriyê heye. Em ji vî tiştî re amade ne. Em di wê baweriyê de ne wê Rojava serbikeve."

Tê payîn ku îro şande ji Rojava derkeve.

(dc)

ANHA