Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata Şehîdê Berxwedana Serdemê re xwestin

Bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê sersaxî ji malbata şervanê Yekîtneyên Antî Terorê (YAT) ên YPG'ê Mihemed Hemdo (Izet Efrîn) ê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû re xwestin.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata Şehîdê Berxwedana Serdemê re xwestin
5 nîsan, 2018   14:33

HELEB

Izet Efrîn di berxwedana li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de şehîd bû. Maclîsa Malabtaên Şehîdan konê sersaziyê li ber malbata şehîd a li taxa Şêxmeqsûd vekirin. Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê serdana konê sersaxiyê kirin.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Destpêkê li ser navê Asayîşa Helebê Rewşen Efrîn, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fayîza Xelîl û li ser navê PYD'ê Roşîn Mûsa axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku wê Berxwedana Serdemê bi saya tekoşîn û fedekariya şervanan û gelê Efrînê serbikeve. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku wê hemû pîlanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêmê bi îradeya gelê herêmê yê berxwedêrê têk biçe. Di axaftinan de her wiha soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nîdal Hecî Hisên nasnameya Şehîd Izet Efrîn xwedin û radestî malbatê kir.

Serdana konê sersaxiyê bi diruşmeya silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(dc)

ANHA