Meşa gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk destpê kir

Meşa bi hezaran gelên Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk û gefên wê li Minbicê destpê kir.

Meşa gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk destpê kir
5 nîsan, 2018   09:58

MINBIC

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Minbicê û gundewarên wê, bi hezaran ji şêniyên Minbicê, Reqa, Dêrazor, herêma Cizîrê, Kobanê, Girê Spî û Tebqayê li çerxereya Sebi Behrat a Minbicê dest bi meşê kirin.

Her wiha di meşê de, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî amade bûn.

Meşa ku heta niha dewam dike de, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî tê parastin.

Tê payîn wê meş li Qada Gişt veguhrê mîtîngê.

(kc)

ANHA