Komîteya Aborî: Qutkirina avê jiyana sivîlan dixe metirsiyê

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê derbarê qutkirina ava Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Komîteya Aborî: Qutkirina avê jiyana sivîlan dixe metirsiyê
5 nîsan, 2018   09:54

TEBQA

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîteya Aborî li pêşiya Bendava Firatê ya bajarê Tebqayê ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺSedema qutbûna ceyranê li herêmê vedgere siyaseta faşîst a ku dewleta Tirk bi riya qutkirina ava Çemê Firatê, li ser gelê herêmê  dimeşîne.

Qutbûna ceyranê li Tebqa û gundewarên wê jî ji ber kêmbûna avê di golan  de.

Dewleta Tirk bi pêkanîna van kiryarên xwe, jiyana rojane ya gelê Tebqayê û xebatên wan ên çandinî û pêşesazî dike xeteriyê.

Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dev ji vê siyaseta xwe ya faşîst a dijî gelên Sûriyê berde.

Komîtey û bi hevkariya rêveberiya Bendava Firatê û endaziyarên ceyranê, hemû xetên ceyranê li herêmê bi derfetên kêm çareser kirin.ʺ

(kc)

ANHA