Erebistana Siûdî banga hesabxwestinê ji Îran û Hûsiyan kir

Erebistana Siûdî daxwaz ji Konseya Ewelekariyê kir ku "Destdirêjiya Hûsî Îranî" li ser bargeha veguhstina petrolê ya Siûdî ya li rojavayê Keştîgeha Hudeyde şermezar bike û  hesab ji "Milîsên Hûsî"  bixwaze.

Erebistana Siûdî banga hesabxwestinê ji Îran û Hûsiyan kir
5 nîsan, 2018   10:23

NAVEDAN NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî peyamek ji nûnerê dayîm yê Siûdî li Neteweyên Yekbûyî re şand. Di nameyê de daxwaza hate kirin ku bila Konseya Ewlekariyê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku biryara Konseya Ewlekariyê ya 2216 û 2231 pêk were.

Her wiha daxwaz hate kirin ku bila Konseya Ewlekariyê êrîşên çekdarên Hûsiyan rawestîne. Siûdî her wiha di peyamê de daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir ku hesab ji "Milîsên Îran û Îran" were xwestin.

Erbistana Siûdî êrîşa li ser bargeheke veguhestina petrolê ya Siûdî bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ji bo êrîşên Hûsiyan ew bi fikr in.

Berdevkê Koalîsyona Erebî li Yemenê Tirkî El-Malikî duh, ragihand ku bargeheke veguhestina petrolê ya Siûdî li keştîgeha El-Hudeydaya di bin kontrola koma Ensar Ellah de ji aliyê Hûsiyan ve hate êrîşîkirin.