Li Misirê 20 kes mirin

Di encama qezaya tirafîkê de li Misirê 20 kes mirin.  

Li Misirê 20 kes mirin
5 nîsan, 2018   09:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama  lihevdana otubîseke rêwiyan û erebeyke mezin li ser riya Sohac – Esiyot El-Seherawî El-Şerqî de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Reuters li ser navê Parêzgehê Sohac Eymen Abdulmunim raghandin ku ji ber qezayê du kes jî birîndar bûne û ew niha rakirine nexweşxaneyê ji bo tedawiyê.

Ji ber ajotina zêde û xirabûna riyan gelek qezayên tirafîkê li Misirê çê dibin.

(bx)