Gelê Tebqayê xebatên komkirina alîkariyan ji Efrîniyan didomînin

Şêniyên herêma Tebqayê xebatên komkirina alîkariyê ji bo şêniyên Efrînê yên ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dev ji malên xweberdane, didomînin.

Gelê Tebqayê xebatên komkirina alîkariyan ji Efrîniyan didomînin
5 nîsan, 2018   08:58

TEBQA

Hemleya komkirina alîkariyan ji aliyê Meclîsa bajarê Tebqayê di 19`ê Adarê de hate destpêkirin û heta niha dewam dike.

Beriya hefteyekê alîkariyên ku ji aliyê şêniyên herêma Tebqayê ve hatibû komkirin ber bi kantona Şehbayê ve ya ku şêniyên Efrînê xwe li wê derê bi cih kirine, hate şandin.

Di nava alîkariyan de madeyên xwarinê, pêdiviyên jiyanî hebûn.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Meclîsa bajarê Tebqayê Elûş El-Ayid ev tişt got "Me cara yekê madeyên xwarinê, şîrê zarokan û cil ji şêniyên Efrînê re şandin."

El-Ayid diyar kir ku armanca wan ku alîkariya gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dev ji malên xwe bedan, bikin.

(bx)

ANHA