Yekîtiya Karkeran a Minbicê hate avakirin

Komîteya Avakirina Yekîtiyan a Minbic û Gundewarên wê li bajarê Minbicê Yekîtiya Karkeran ava kir.

Yekîtiya Karkeran a Minbicê hate avakirin
5 nîsan, 2018   07:42

MINBIC

Komîteya Avakirina Yekîtiyan li gundê El-Esîliyê yê rojavayî bajarê Minbicê bi karkeran re civiya.

Di civîna ku li avahiya Meclîsa Sivîl a Xeta  Rojava hate lidarxistin de, bi dehan karker û nûnerên ji Komîteya Dadê têde amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, Endamê Komîteya Avakirina Yekîtiyan Tirkî Hec Mûsa derbarê giringiya avakirina Yekîtiya Karkeran ji bo rêxistina karûbarên karkeran û çareserkirina pirsgirêkên wan axivî.

Paşê, ji bo avakirina rêveberiya Yekîtiya Karkeran hilbijartin hatin kirin.

Di encamê de, 9 kes ji bo Meclîsa Yekîtiya Karkeran hatin hilbijartin.

(kc)

ANHA