Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin

Ji ber gota ava bermahiyên kampa Ên Îsa fireh bûye, mêşûmor zêde bûne, ev yek bû sedema ku nexweşî di nava welatiyên navçeyê û koçberan de zêde bibe. Di heman demê de bîna genî li derdorê belav bûye, welatiyan bang li aliyên têkildar kirin ku pirsgirêkê çareser bikin.

Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
Welatî û koçber ji ber gola kenalizyonê gazinc dikin
5 nîsan, 2018   07:26

TIRKÎ EL-KALIT- SEMÎRA DAWID/GIRÊ SPÎ

 Li navçeya Ên Îsa ya kantona Girê SPî golek ku ava kenalizyonên kampa Navçeya Ên Îsa lê kom dibe heye. Firehiya golê derdora 2 hezar M2 û ev yek dibe sedema ku mêşûmor û bîna genî li derdorê zêde bibe.

Ev yek bandore li welatiyên navçeyê û koçberên li kampa Ên Îsa dimîn jî dikin dike. Herî zêde şêniyên taxa Xerbî ya Ên Îsa ji bîna genî û bandora wê gazinc dikin.

Şêniyên taxê ji aliyên têkildar xwestin ku pirsgirêkê çareser bikin û dane zanîn ku nexweşiyên sorik, iltîhaba, leşmaniya û her wekî din jî gazinc dikin.

Hevserokê Komîna Taxa Xerbî ya Navçeya Ên Îsa Mustefa Qadir ji aliyên têkildar xwestin ku berpirsiyariyên xwe pêk bîn in û çareserkiriyekê ji pirsgirêkên re peyda bikin.

Mustefa her wiha da zanîn ku bi nêzîkbûna demsala havînê re û zêdebûna germê bandora li welatiyan zêde dibe û fîros hîn zêdetir belav dibe.

Hevserokê Kampa Ên ÎSa Celal Eyaf jî bang li aliyên têkildar kir ku pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ev yek bandorê li jiyana hemû welatiyan dike.

Endamê Komîteya Parstina Xwezayê û Şaredariyan a Ên Îsa Nûr Emîn derbarê mijaêr de ji me re axivî û wiha got: "Pirsgirêka kenalizyonê li kampê heye, ji ber ku cihê konê nizme. Em ê ji bo çaresrkirina pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê."

Şaredariya Ên Îsa ji bo çaresrekirina pirsgirêkê çêkirina projeyeya vekirina navenda safîkirina ava kensalizyonê.

(dc)

ANHA