ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5ʹê Nîsana 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5ʹê Nîsana 2018
5 nîsan, 2018   04:00

*Pêşketina Berxwedana Serdemê ku şervanên YPG/YPJ û şêniyên Efrînê di qonaxa wê ya duyemîn li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîn in, dê were şopandin.

*Hemû çalakî, xwepêşandan û meşên ku dê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê dê li Bakurê Sûriyê û Cîhanê werin lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên êzîdî yên ji Efrînê yên niha li Şehbayê ne diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin êzîdiyan tune bikin û wekî komkujiya Şengalê li Efrînê pêk bîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Her rojek diçe belge û nîşaneyên ku asta têkiliya di navbera partiyên di bin sîwana ENKS'ê de ne û di navbera dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de diyar dibe. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyan direvîn in û mal û milkên wan destser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê diyar kirin ku Meclîsa Dîlokê bi tu awayî nûnertiya wan nake û li ser kurdên di nava meclîsa wan de  cih digirin gotin ku xayîn û xwe firoşin. Şêniyan her wiha dane zanîn ku ew ê Efrîn ji  dagirkeran were paqijkirin û ew ê vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye, ava Bendava Azadî gelekî kêm bûye, ji ber vê yekê Rêveberiya Bendava dest bi girtina deriyên derketina ava zêde kirin û hişyarî da ku heger qutbûna avê dewam kir wê karîsetek pêk were û Bendav bi temamî ji xizmetê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Bajaroka Mensûra ya başûrê herêma Tebqayê diyar kir ku heta niha zêdeyî 80 ji sedî ji bajarok hatiye paqijkirin û destnîşan kir ku di demek nêzîk de wê paqijkirina navçeyê bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Ji ber gota ava bermahiyên kampa Ên Îsa fireh bûye, mêşûmor zêde bûne, ev yek bû sedema ku nexweşî di nava welatiyên navçeyê û koçberan de zêde bibe. Di heman demê de bîna genî li derdorê belav bûye, welatiyan bang li aliyên têkildar kirin ku pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Hiqûqnas û parêzerên herêma Keramê ya Reqayê diyar kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku li ser sînorê Bakurê Sûiryê pêk tîne, li dijî hemû qanûnên navdewletî ye û tekez kirin ku divê civaka navdewletî derbarê van binpêkirinan hesab ji Tirkiyê bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Komîteya Damezirîner a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Elî Elaya diyar kir ku armanca damezirandina partiya wan pêkanîna wekheviya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Rêveber ê rêxistina PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Xalid da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê rastiya pîlanên gelek dewletan eşkere kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk dijberiya gelê kurd û doza wî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA