Êzîdiyên Efrînê: Tirkiyê û çeteyên wê dixwazin Şengalê dubare bikin

Welatiyên êzîdî yên ji Efrînê yên niha li Şehbayê ne diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin êzîdiyan tune bikin û wekî komkujiya Şengalê li Efrînê pêk bîn in.

Êzîdiyên Efrînê: Tirkiyê û çeteyên wê dixwazin Şengalê dubare bikin
5 nîsan, 2018   04:18

SOLÎN REŞÎD- ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Êzîdiyên Efrînê yên li navçeya Şehbayê dimîn in derbarê kiryarên Artêaş Tirk û çeteyên wê ku li dijî welatiyên êzîdî pêk tîn in ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Gulê Xelîl derbarê mijarê de wiha axivî: "Em ê rê nedin ku li Efrînê jî wekî Şengalê bibe. Em ê tu carî dest ji ola xwe û baweriya xwe bernedin. "

Welatiyê bi navê Ebdo Berekat jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Em ê qebûl nekin ku dewleta Tirk û çeteyên wê nêzîkî ola me û baweriya me bibin. Dewleta Tirk wê ji van kiryarên xwe poşman bibe. Niha welatiyên zêzîdî neçar dikin ku nimêjên misliman pêk bîn in. Bi vê yekê dixwazin dawî li hebûna êzdayetê bîn in."

Jina bi navê Ezdehar Ebdo jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirk dixwaze ola êzîdî tune bike. Ciwan û jinên êzîdî bi behaneya ku kafir in binçav dikin. Li dijî wan kiryarên herî hovane pêk tîn in."

Welatiyê bi navê Ibrehîm Şukrî jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê êzîdî hemû cûreyên kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tîn in û wiha dom kir: " Mafê me binpê dikin, me wekî kafir binav dikin. Lê bela baş bizanin ku em xwedî ol in, ola me jî wekî islma, cûhî û xiristyaniyan e. Me li herêmê tu carî dûdahî ne xist navbera pêkhateyan. Ema dewleta Tirk û çeteyên wê tevliheviyê di navbera gelê herêmê de derdixin."

Welatiyê bi navê Ibrehîm Şukrî li ser mijarê ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirkiyê hemû tişên girêdayî baweriya me êzîdiyan li kantona Efrînê dişewtiîne. Em jî xwedî çandin wekî olên din. Dewelta Tirk bi van kiriyarên xwe dixwaze di navbera pêkhateyên herêmê tevlîheviyê derbixe. Ziyaretên Şêx Sîdî û Jîda ruxandin."

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Efrînê Silêman Cefer jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hemû cihên pîroz ên êzîdiyan ruxandin, her wiha 16 welatiyên êzîdî revandina heta niha çarenûsa wan ne hatiye zanîn.

Li kantona Efrînê 13 mezarên êzîdiyan hene, ji wan mezara herî binav û deng a Şêx Berekat a li ser Çiyayê Berekat e, niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk e.

(dc)

ANHA