Abdulkerîm Seko: Rojbûna Ocalan rojbûna welat û azadiya me ye

Sikertêrê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) Abdulkerîm Seko got ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya hemû gelê Rojhilata Navîn.

Abdulkerîm Seko: Rojbûna Ocalan rojbûna welat û azadiya me ye
4 nîsan, 2018   13:05

HÊWA MEHMÛD/ QAMIŞLO

4`î Nîsanê ango îro roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de Sikertêrê El-Partî Abdlkerîm Seko ji ajansa me re axivî û rojbûna Rêber Ocalan li hemû gelê herêmê pîroz kir. Seko destnîşan kir ku roja 4`ê Nîsanê ji bo hemû gelê herêmê re rojeke dîrokî ye.

Seko rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cangoriyên azdiyê yên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin û li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, pîroz kir.

Seko di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got,"Rojbûna Rêber Ocalan rojbûna welat û azadiya me ye. Rêber Ocalan hemû gelê Rojhilata Navîn bi hemû pêkhateyên xwe ji desthilatdariyê rizgar kir û bi taybet jin. Di navbera hemû gelan de yekîtî û biratî ava kir."

Seko destnîşan kir ku hemû destkeftî û serkeftinên ku şervanên wan bidest xistin bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû, "Efrîn wê bi saya şervanan bi ser bikeve. Xaka me wê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgr bibe.ʺ

Sikertêrê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) Abdulkerîm Seko di dawiyê de ev tişt anî ziman "Em di sala nû de hêvîdarin ku bibe sala rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê bindest û rizgarkirina herêma Efrînê."

(bx)

ANHA