Idlib..bi dawîbûna têkiliyên Tirkiyê, Rûsya û Îran e an parçekirina Sûriyê ye?

Erdogan, Putin û Ruhanî îro li Enqera civiyan. Mebesta ji civînê ew e ku Sûriyê di nav xwe de dabeş bikin. Lê Idliba ku Erdogan hemû komên terorîst lê bi cih kirine, gelo wê têkiliyên van welatan bi dawî bike anî wê Sûriyê parçe bike?

Idlib..bi dawîbûna têkiliyên Tirkiyê, Rûsya û Îran e an parçekirina Sûriyê ye?
4 nîsan, 2018   12:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2016‘an, ango  bi dema ku Tirkiyê bajarê Helebê radestî hêzên Rûs kir de aloziya Sûriyê hate guhertin. Sala 2017‘an bi îtîfaqa di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îran ev guhertin diyar bûn ku her sê alî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê tevdigerin. Di vê çarçoveyê de civînên Astanayê pêk hatin, di encaman de "herêmên kêmkirina şer" derketin.

Herêmên kêmkirina şer bi fikria Rûsya ku daxwazên Îranê bi cih bîne, pêk hat da ku mûxalifên rêjîma Sûriyê têk bibin, li bermanberî vê jî Tirkiyê ji vê yekê sûd wergirt ku raste raste destwerdana Sûriyê bike, bi taybet piştî ku komên çete yên girîdayî wê wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra şikestin.

Îro, li Enqera serokên her sê welatan li hev civiyan û encamên lihevkirinên xwe nîqaş kirin. Her dewletan ji wan pîlan û projeyên wê cûda di herêmê de hene.

Tirkiyê dixwaze hebûna kurdan li herêmên wan ên dîrokî tune bike û projeya wan a demokratîk têk bibe. Her wiha  Tirkiyê bi riya Rûsya hewl dide pergala xwe ya netewdewletî ku sedema hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e biparêze.

Pilanên Tirkiyê tenê di vê çarçoveyê de sînordar namîne, lê li aliyekî din hewl die herêmekî Sinî li dirêjahiya sînorê Cerablus hetanî Idlibê ava bike. Hewldana Tirkiyê vê tiştî şîrove dike ku dê hemû komên terorîst ên li Sûriyê, bi taybet ên Idlibê li vê hermê kom bike.

Daxuyaniyên Erdogan ên dûbare ku dibêje dê koçberên Sûriyê yên koçî Tirkiyê kirine (Ji Sina ne) li vê herêmê bi cih bike vê yekê diyar dike.

Tenake derdê Îranê jî, ew e ku riya bejahî di riya Sûriya û Îraqê de Tehran dighîne Beyrûtê misoger bike. Li ser vê yekê jî bi dehhezaran şîa şandin Sûriyê da ku li kêleka hêzên Rêjîmê şer bikin. Şopdarên herêmên ku hêzên Îranê lê hatin bicihkirin dê pêkanîna vê yekê di demeke nêzî de vê yekê bibînin.

Rûsya jî gel Îran û Tirkiyê di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de şirîk e. Du bargehên wê ya leşkerî ya Himîmîn û ya deryayî li Tertusê hene, lê tişta ku jê re dibe kelem parastina ewlehiya Israîl bi riya dûrxistina Tehran an jî kêmkirina bandorê li Sûriyê bike.

Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide Tirkiyê li hermberî Bakurê Sûriyeyê sor bike, mîna ku li Efrînê pêk hatibû, bi vê yekê re Tirkiyê bi NATO‘yê re bixe nava nakokiyan û di encamê de dûrxistina Tirkiyê ji NATO‘yê misoger bike û beşdakirina wê mihwera Rûs bike.

Lê ihtîmala êrîşên Tirkiyê yên li ser rojhilatê Çemê Firatê dê pîlanên Tirkiyê  û desthilatdariya Erdogan bixe xeteriyan.

Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide herêmên di bin serweriya rêjîmê de misoger bike û bandora Tirkiyê û Îranê de kêmê bike da ku hebûna xwe li Sûriyê misoger bike.

Armanca û pîlanên Rûsya ev, bi vê  yekê hemû herêmên ji derveyî serweriya rêjîmê de di nav de parêzgeha Idlibê bibe armanca wê.

Civîna sê alî (Putin, Erdogan û Ruhanî) du endaman bi xwe re bîne yek berdewamiya vê stratîjiyê, ew jî tê wateya, parçekirina Sûriyê, avakirina herêmeke elewî, her wiha herêmeke Sinî, berdewamiya pevçûnan. Ya din jî ev ku jî çûyîna ber bi Idlibê ve ku li wir bi komên terorîst re bikevin nava pevçûnan de.

Li gel nakokiyên armancan, diyar dibe ku armana duyemîn zêde li pêş e, ji ber ku Îranê û rêjîmê wê hebûna Tirkiyê li herêmê qebûl nekin, her wiha avakirina herêmeke sinî dê berjewendiyên Îranê di Sûriyê de bixe metirsiyê.

(bb)

ANHA