Li Heleb û Hesekê ji bo 4‘ê Nîsanê şahî û çandina daran

Li Heleb û Hesekê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî hatin lidarxistin, di şahî de banga azadkirina Ocalan hate kirin. Her wiha dar hatin çandin.

Li Heleb û Hesekê ji bo 4‘ê Nîsanê şahî û çandina daran
4 nîsan, 2018   13:06

HELEB/ HESEKÊ

Pîrozbahî li pêşiya nexweşxaneya Henan û sêkoşeya taxa Eşrefiya hate lidarxistin.

Di destpêka pîrozbahiyê de, welatiyan, li cihê ku lê kom bûne li gel stranên şoreşgerî dar çandin.

Rêvebera Kongreya Star Şervîn Delîl û Rêveberê TEV-DEM‘ê Ehmed Xelîl axivîn.

Di axaftinan de, 4‘ê Nîsanê li tevahî gelên azadîxwaz hate pîrozkirin. Hate gotin ku Ocalan bi têkoşîna xwe riya azadiyê û xelasbûna ji koletiyê rêz kir, roja jidayikbûna wî, roja jidayikbûna gelên aşîtîxwaz û gelên bindest e.

Axaftivanan soza mezinkirina têkoşînê ta azadkirina Ocalan dan.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe"  û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Li navçeyên Şedadê û Erîşê yên girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi heman armancê civîn hatin lidarxisitn û dar hatin çandin.

Civîn li Mezara Şehîdan a navçeya Şedadê û li ber avahiya Kongreya Star a navçeya Erîşa hatin lidarxisitn. Bi sedan welatî beşdarî civînan bûn.

Di herdu civînan de, Rêvebera TEV-DEM‘ê ya navçeya Şedaê Hêzil Şedadê axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku paradîgmeya Netewa Demokratîk a ku Ocalan ji bo têdikoşe li Bakurê Sûriyê di pratîkê de ye.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Moned Xelo anî ziman ku berxwedana Efrînê bingeha xwe firkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştî axaftinan dar li Mezara Şehîdan a Şedadê hatin çandin.

(bb)

ANHA