Artêşa dagirker êrîşî bendekî kontrolê yê Asayîşê li Dêrikê kirin-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker gule li bendekî kontolê yê Hêzên Asayîşê yê nêzî gundê Xerab Reşik ê li ser gundê Sêmalka ya herêma Dêrikê reşandin. Şervanên YPG`ê jî bersiva êrîşan da.

Artêşa dagirker êrîşî bendekî kontrolê yê Asayîşê li Dêrikê kirin-HATE NÛKIRIN
Artêşa dagirker êrîşî bendekî kontrolê yê Asayîşê li Dêrikê kirin-HATE NÛKIRIN
Artêşa dagirker êrîşî bendekî kontrolê yê Asayîşê li Dêrikê kirin-HATE NÛKIRIN
4 nîsan, 2018   09:47

QAMIŞLO

Çavkaniyên ji YPG`ê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker gule li bendekî kontrolê yên Asayîşê yê nêzî gundê Xerab Reşik a herêma Dêrikê reşandin. Di encamê de, du endamên Asayîşê birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, navên her du endamên Asayîşê ku birîndar bûne wiha ne: Ehmed Casim Ibêd, Elî Mehmûd Xelef. Her du endam ji Asayîşa Sêmalka ne.

Şervanên YPG`ê jî bersiva êrîşan dan. Li gorî çavkaniyên YPG`ê du leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û hinek leşkerên din jî birîndar bûn.

(kc)

ANHA