Mijarên Serekê yên rojnameyên Erebî..

Li Sûriyê guhertina demografîk, Tirkiyê hewl dide li hermên ku dagirkeriya komên Islamî yên hişk  kom bike, di mijara hilbijartinên Iraqê de Îran hewl dide aliyên nêzî wê ser bikevin.

Mijarên Serekê yên rojnameyên Erebî..
4 nîsan, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, giranî dane civîna sê aliyan li ser Sûriyê û guhertina demografiya herêmê, zêdekirina hêzên Amerîkî li Minbicê, hilbijartinên Iraqê, civîna Yekîtiya Ereban û rewşa Yemenê.

Li Sûriya guhertina demografîk

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de, nûçeyek bi sernavê "Beşa yekemîn ji çekdarên Dûma û malbatên wan gihiştin gundewarên Helebê" weşand. Nûçeyê ku agahiyên xwe ji Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê got "Kerwanê yekemîn, derdora hezar û 150 kes ji çekdar, malbatên wan û sivîl bûn ku ji Dûma derketibû, duh gihaşt derdora herêmên di bin serweriya hêzên operasyona »Diri El-Furat«,  yên bakurê rojhilatê gundewarê Helebê, ji bo derxistina beşê duyemîn jî amadekarî têne kirin."

Rojnameya El-Heyat jî behsa mijarê, nûçeyek bi sernavê "Çekdarên li Qelemûn ji bo derketin. girantiya qedexekirina derbasbûna » Milîsên Şîî«  dixwazin" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin "Duh di navbera Rûsya û rêjîma Sûriyê ji aliyekî û komên opozisyonê li aliyekî din,  li bajarê Qemelûm danûstandin pêk hatin. Çekdarên opozisyon bi şertê ku sivîl bi darê zorê  neyên koçberkirin û milîsên Şîa derbasî Qelemûn neyên kirin dê qebûl bikevin vekişin."

DAIŞ êrîşî zeviyê El-Şair dike

Rojnameya  El-Qudis El-Erebî jî behsa rewşa maydanî l Sûriyê, nûçeyek bi sernavê "Rêxistina »Dewla« êrîşî zeviyê  » El-Şair« ya li gundewarê Humis kir û derbeyên mezin li rêjîma Sûriyê da" nivîsî. Di nivîsê de wiha tê gotin "Rêxistina Dewleta careke êrîş deverên pertorlê yên orta Sûriyê dike û hewl da hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê li zeviyê » El-Şair «a stratîjîk  bi westîne. Bi vê yekê êrîşî pêk anî, di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên hêzên parastina zevî çêbûn."

Civîna sê aliyê ya ji bo parvekirina Sûriyê

Rojnameyên Erebî  her wiha bal kişandin ser civîna  sê alî ya di navbera serokên Tirkiyê, Rûya û Îran. Di vê derbarê de, rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Civîna Stenbol ber bi rêkeftineke nû derbarê Sûiyê de" avêt, her wiha rojnameya El-Şeriq El-Ewset  jî nûçeyeke bi sernavê "Rêkeftin herêmên nû li Sûriyê xêz dike" weşand û diyar kir ku di encama rêkeftinên Amerîka – Rûsya ji aliyekî ve û Mosko, Enqera û Tehran ji aliyekî din ve »herêmên parçekirî« demkî li Sûriyê ava kir. Alîgirên Washigton yek ji sê ji Sûriyê bigire. Li beramberî wê, alîgirên Mosko nîvê ku dimîne, tevlî du pargehên nêzî deryaya Spî, her wiha beşê dimîne ji alîgirên Enqera û opozisiyonê Sûriyê re dimîne."

Erdogan hewl dide li hermên ku dagirkiriyê komên Îslamî yên hiştî  bi cih bike

Girêdayî heman mijarê, rojnameya El-Ereb jî nûçeyek bi sernavê "Rûsya, Tirkiyê û Îran tevî siyasetê wan ên bi nakokî jî li ser Sûriyê hevkar in" weşand. Di nivîsê de tê gotin, "Serokên Rûsya, Tirkiyê, Îran îro li Stenbolê li ser maseyekê dicivin, da ku asoyên merleya pêş ji şerê li Sûriyê deynin,  rexmî ku mekanîzmeya wan heman e ku her yek hêza xwe ya leşkerî li Sûriyê bi cih bike, lê bi siyasetên bi nakok dê tevlî civînê bibin."

Di berdewama nûçeyê de hate diyarkirin ku hêviyên Erdogan ew ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ji herêmên rojavayê Firatê werin qewitandin û komên islamî yê hişk li herêmên di bin serweriya Tirkiyê de werin bicihkirin.

Koalîsyon mayîna xwe ji Minbicê bi hêz dike

Rojnameya  El-Qudis El-Erebî nûçeyeke bi sernavê "Vekişandina Amerîka ji bakurê Sûriyê dibe ku di çarçoveya şêwirmendan derkeve û derbasî siyaseta fermî bibe" weşand. Bi heman armacê jî rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Bihêzkirina Koalîsyona navdewletî li Minbicê Tirkiyê kemçe dike" weşand.  Di nûçeyê de hate gotin "Şîrovekar dibînin ku bi hêzkirina Koalîsyona Navdewletî li Minbicê maneyek diyar e ji bo Enreqayê ku êdî ferzend li pêşiyaTirkiyê namîne ku herêmê hedef bike û sînaryoha ku li Efrînê rû da bû, wê li herêmên di bin serweriya Koalîsyonê de dûbare nebe. Serokê Tirkiyê di helwesteke zehmet de dibîne, an gefxwarinên xwe paşede vekişîne an jî şerekê leşkerî pêk bîne ku fatoreyên mezin li ser wê bide."

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameya El-Ereb girêdayî mijara hilbijartinên Iraqê nûçeyek bi sernavê "Di hilbijartinên Iraqê de, yek ihtîmal heye, ew e kesên ku Îranê bi wan bawer dikin dê serkevin" avêt. Di nivîsê de hate gotin, "Metirsî li ser sextekirina hilbijartinên Iraqê ku tê payîn meha gulanê dest pê bike, zêde dibe. Li gorî agahiyên hin siyasetmedarên Şîadane ‘‘Îran di hindirê xwe de  biryar daye ku serokatiya wezîran û cihên girîn ên dewletê di hilbijartinan de biçin ji kesên ku destekê ji Îranê digirin.  Di vê çarçoveyê de beha navê Serokê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî wekî ‘‘Bernamzetê serok‘‘ li hemberî Serokwezîrê niha Heyder El-Abdî hate kirin."

El-Ebadî  radighîne ku derxisitna nakokiyên di navbera artêşa Pêşmergeyan de têk çûn

Derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê  " El-Ebadî behsa têkçûna derxistina nakokiyên di navbera arêtşa Iraqê û Pêşmergeyan dike" weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin, "Serokwezîrên Iraqê Heyder El-Ebadî diyar kir ku hewldanên derxistina nakokiyan di navbera artêşa Federal a Pêşmerge ya Kurdî têk çû. Di demek berê de, Rayedaran ji Wezareta Pêşmerga dan bûn xuyakirin civîn di navbera berpirsyarên Wezareta Parastinê ya Federal bi amadebûna nûnerên ji Koalîsyona Navdewletî ku Washington serkêşiya wê dike  hate lidarxisitn da ku ‘‘Odeya Operasyona Hevbeş" were avakirin û hêzên Kurd jî beşdarî rêveberiya dosyaya ewlekarî ya li hermên bi nakok di navbera Bexda û Hewlêrê  bê kirin."

Hûsiyan wekî gaveke destpêkê projeya nûnerê navdewletî qebûl kir

Rojnameya El-Ereb nûçeyek nivîseke bi sernavê "Aloziya ewlekarî ji Hûsiyan re rêyeke ku ji zextên aşîtiyê bireve" weşand. Di nivîsê de hate gotin ku di bermaneya televizyonekê ku li Nûnerên Navdewletî li Yemenê Martin Griffith û serokê Hûsiyan Ebdulmelik El-Husî kir bi beramberî hev bûn, israr kir ku projeya aştîyê were nîqaşkirin. Hûsiyan jî wekî gaveke destpêkê proje aştîyê ya Martin Griffith ku şerê bi dawî bibe û merheleyeke nû erê kir. Di vê merhelyê de hikûmeteke niştimanî bi beşdarkrina hemû aliyan di nav de Hûsiyan jî hene were avakirin."

Rewşa Filistîn

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Yekîtiya Ereban di mijara sûcên li Xezayê banga lêpirsîna navdewletî kir" weşand.

Di nivîsê de hat wiha hate gotin" Meclîsa Yekîtiya Ereban di civîna awareta de ku duh li Qahîra li ser asta nûnerên dayîm û bi serkêşiya Erebistana Siûdî hate lidarxistina  de, bi piraniya dengan daxwaza Filistîniyan a dosyaya " Sûcên Şer" û "Sûcên dijî mirovahiyê" ya di meşevanan  radestî dozgeriya navdewletî  were kirin, erê kirin."

(bb)