Pûtin li xwe mukar hat: DAIŞ`ê hîna xeter e

Serokê Rûsya Pûtin ku ʺserkeftina giştîʺli dijî DAIŞ`ê îlan kiribû, li xwe mukar hat ku DAIŞ`ê heta niha xeter e û dikare derbasî gelek herêmên cîhanê bibe û êrîşên mezin pêk bîne.  

Pûtin li xwe mukar hat: DAIŞ`ê hîna xeter e
4 nîsan, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Pûtin ji Kongreya Ewlekariya Navneteweyî ku li îro li Mosko hate destpêkirin, nameyek rêkir.

Pûtin di nameyê de ev tişt got,ʺKomên terorîst dikarin bi awayekî lazgin tektîkên xwe yên êrîşê bighurin û li gelek bajar û herêmên cîhanê  êrîşên mezin pêk bîbin. Komên radîkal jî heta niha xeter in. Mînaka wê jî DAIŞ`ê ku heta niha xeter e.ʺ

Lê balkêş e Pûtin di dawiya sala 2017`an de ʺserkeftina giştîʺ li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê raghandibû.

Bi êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, çeteyên DAIŞ`ê jinûve xwe aktîf kirin û li rojavayî çemê Firatê êrîşî noqteyên Rejîma Sûriyê ya ku Rûsya destekê dide wê, kirin. DAIŞ`ê herêma di bin kontrola xwe de ji dema Tirkiyê êrîşî Efrînê kir heta niha, ji %2  kir %5.

Koalîsyona Navneteweyî û gelek aliyên cîhanê hişyarî dan ku bi destpêkirina êrîşa li ser Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirk ve, wê DAIŞ`ê jinûve xurt bibe û li herêmê serweriya xwe zêde bike.

Rayedarên Bakurê Sûriyê jî gotin ku êrîşa dagirkerî ya dewleta Tirk li ser Efrînê wekî destekdayîna bi DAIŞ`ê re bi nav kirin.

(kc)