Gelê Hesekê rojbûna Ocalan pîroz kirin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê li taxa El-Miftî ya Hesekê şahiyek  lidar xist.

Gelê Hesekê rojbûna Ocalan pîroz kirin
Gelê Hesekê rojbûna Ocalan pîroz kirin
4 nîsan, 2018   08:32

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û malbatên şehîdan tevlî şahiyê bûn. Şahî li qada Şehîdan a taxa Miftî hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, al û sembolên şoreşa Rojava hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, yek ji rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn Hêvîdar Sadûn axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê bindest pîroz kir û ev tişt got,  "Rojbûna Rêber Ocalan roja ber bi jiyaneke nû ve ye û rojbûna şoreşa jinê ye."

Paşê, Koma Şehîdên Newrozê, Koma Şehîd Ezîz, Koma Şehîd Berçem û Koma Şehîd Evesta stran û dîlanên filokolrî pêşkêş kirin.

(bx)

ANHA