‘Rojbûna Rêber Ocalan rojbûna çirûska azadiya gelan e’

Endamên saziyên sivîl ên bajarê Reqayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin,"Roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna çirûska azadiyê ye."

‘Rojbûna Rêber Ocalan rojbûna çirûska azadiya gelan e’
4 nîsan, 2018   08:29

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Bi boneya 4‘ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên saziyên sivîl ên bajarê Reqayê ji ajansa me re axivin.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer El-Ehmed got"Em rojbûna Ocalan li wî û li tevahiya  gelan pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe, her wiha tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye lê bi saya fikr û felsefeya wê hemû gel azad dibin."

Enwer El-Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got "Bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve em rastî gelek zilm û zorê hate. Lê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em rizgar bûn. Bi saya fikrên wî gelan rastî û hebûna  xwe nas kirin. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gel ji bo azadiya Rêber Ocalan bêdeng nemînin û ser hildin."

Enwer di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman "Em ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan fêrî biratiya gelan û jiyana hevbeş bûn. Roja ku Rêber Ocalan jidayikbûye di wê rojê de  çirûska azadiya hemû gelan vêket."

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hisên El-Berces ev tişt got "Roja 4`ê Nîsanê em li fikrên azad ên Ocalan pîroz dikin." 

Hisên Berces destnîşan kir ku Rêber Ocalan banga azadiya gelan û azadiya jinê û rizgarkirina wê ji fikrên desthilatdar kir û wiha  pê de çû,ʺRêber Ocalan bêyî ku tu feraq û cûdatî bixe nava pêkhateyan banga azadiya hemû gelan kir.ʺ

Seroka Komîteya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Xaliya El-Hisên jî da zanîn ku Roja 4`ê Nîsanê jiyaneke nû û got,ʺBi saya fikrên Rêber Ocalan  em ê bibin jinên xuliqkar û fikirên demokratîk."

Xaliya di berdewamiya axaftina xwe de got ku çandina daran di vê rojê de tê wateya jiyaneke nû ji Rêber Ocalan û hemû gelan re û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk.ʺ

Xaliya El-Hisên di dawiyê de bang li Meclîsa Ewlehiyê ya Navnetewî û rêxstinên mafên mirovan kir ku di zûtrîn dem de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bikin  û derfet bidin parêzerên wî ku biçin serdana wî.

(bx)

ANHA