'Divê em azadiya Ocalan bikin bingeha tekoşîna xwe'

Jina bi navê Heyva Mûsa Mihemed ya 20 sal berê di temenekî biçûk de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît, li ser firkê Ocalan tekoşîna xwe dewam kir û ev tişt anî ziman: "Divê em azadiya Rêber Ocalan bikin, aramnca tekoşîna xwe ya sereke."

'Divê em azadiya Ocalan bikin bingeha tekoşîna xwe'
4 nîsan, 2018   07:34

SILAVA EBDULREHMAN- ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Jina bi navê Heyva Mûsa Mihemed (Diya Şehîd Delîl) ya 45 salî 20 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît. Şehîd Delîl kurê Heyva yekem şehîdê bajarê Hesekê yê di pêngava şoreşê de bû û di 9'ê nîsana 2013'an de di şerê di navbera hêzên YPG û pêxwasên rêjîma Sûryê de şehîd bû.

Dayîka Şehîd Delîl da zanîn ku 20 sal berê cara yekem li Akademiya Şehîd Mesûm Qorqmaz a li Lubnanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît. Derbarê hestê xwe yê kêliya yemen jî bi van gotinan anî ziman: "Di kêliya destpêkê de min newêrê ji nêz ve destê xwe bidim rêbertî. Ez ketim panîkê. Min pir dixwest rêbertî bibînin, lewma dîtina Rêbertî badorek mezin li min kir. Dema kurê min Delîl Şehîd bû, min got delîl giran buhaye, min wî fedayî tekoşîna li ser xeta azadiya Rêbertî kir. Em çiqasî bikin jî em ê deyndarên Rêbertî û fikrê wî bin. Ji ber ne ji firkê wî ba, em ê nikarîbana niha bi azadî jiyan bikin û menê wateya welat a rast na zanîba."

Diya Şehîd Delîl derbarê girîngiya fikrê Ocalan ji bo azadiya jinê û civakê jî wiha got: "Tevgera azadiya Kurdistanê bi azadiya jinan û rola wê ya di nava civakê de bi hêz dibe. Şoreşa Rojava mîna herî ber bi çav a wê yekê ye. Jinan rola xwe di hemû qadên jiyanê de isbat kirine û şerê koletî û teroristan kiriyn. Li ser esasê fikrê Ocalan di hemû qadên jiyanê de xwe rêxistin kirine."

'Firkê Ocalan azad e'

Heyva da zanîn ku Ocalan ji wan re civîn li ser mijarên siyasî, jin û civakî lidar xist û wiha dom kir: "Rêbertî ji me pir li ser girîngiya perwedeyê diaxivî. Digot perwerge wekî nan û avê ye. Divê her kes dîroka xwe baş bizane. Heger ez hatim girtin, divê her kesek bibe Rêberek. Heger ez hatim girtin, bi hezaran Rêberên ku firk û felsefeya me rakirine û li gorî wê tevdigerin. Ji ber fikir ji her kesî re ye."

'Hemû gotinên Rêbertî  perwede bû'

Diya Şehîd Delîl da zanîn ku dema wê li gotinên Ocalan guhdar kir di kesayeta wê de guhertin çêbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her gotinek Rêbertî ji me re perwerde bû, ji ber gotinên wî wate bû. Lewma ez hîn ji wê demê firkê azadiyê radikim. Fedekariya ku Rêbertî ji gelê kurd re pêk anî ne kêm bû. ji bo azadî û rumeta hemû gelan tekoşîn kir.

Diya Şehîd Delîl di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "divê hemû malbatên şehîdan û welatparêz ji bo parstina destkeftiyan tekoşîna xwe bidomîn in.Divê em azadiya Rêber Ocalan bikin armanca tekoşîna xwe ya sereke."

(dc)

ANHA