Ji bo perwedeya şagirtên Efrînê yên li Şehbayê amadekarî tê kirin

Hevseroka Desteya Perwedeyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku derbaskirina zimanê tirkî di dibistanên Efrînê de nîşana herî ber bi çav a tunekirina çandî ya Efrînê ye û wiha got: "Niha nîqaş hene ku li kampên Şehbayê perwedeya şagirtan were dewamkirin."

Ji bo perwedeya şagirtên Efrînê yên li Şehbayê amadekarî tê kirin
4 nîsan, 2018   06:19

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên guhertina demgorafîk li ser herêmên Efrînê dide meşandin. Li şûna welatiyên Efrînê ku di encama êrîşan de bi sedhezaran koçber bûn malbatên çeteyên xwe bi cih dike. Di heman demê de dixwaze çanda kurdî winda bike û li dibistanan metriyalên tirkî derbasî dibistanên kantonê dike, her wiha ala Tirkiyê li ser dibistanan rakiriye.

Derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Perwedeyê ya herêma Cizîrê Semîra Hecî Elî ji ajsana me re axivî û wiha got: "Derbaskirina metriyalên Tirk di dibistanên Efrînê de bi hevkariya hin kesayetên kurd ên xayîn pêk hatiye. Ew kesayet li ser ENKS'ê têne hesab kirin û bi dewleta Tirk re hevkar in. Rola wan di dagirkirina Efrînê de jî hebû, wan bi xwe got ku 6 komên çete yên qaşo kurd girêdayî wan di êrîşê de cihê girtin."

Semîra Hecî Elî her wiha da zanîn ku ev gava wan îxaneta mezin a derheqê gelê kurd e ye û wiha dom kir: "Lê madem berxwedana Efrînê hîn dewam dike, dewelta Tirk wê bi perwedeya zimanê wê di dibistanê Efrînê de kêf xweş nebe."

Semîra Hecî Elî di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku dewleta Tirk ji projeya insanî û demokratîk a li Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye ava kirin ditirse û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê dixwaze siyasetên tunekirinê derheqê gelê kurd û çanda wî de bidim meşandin. Lewma guhertina demografîk li dijî herêmê didin meşandin. Cihê dîrokî yên kurdên êzîdî ruxandin. Divê gelê me vê yekê baş bizanin. Ên kokên darên zeytûnan ji zarotî de li ser xaka xwe çandin, wê Efrînê ji dagirkeran re nehêle."

Hevseroka Desteya Perwedeyê ya Herêma Cizîrê her wiha destnîşan kir ku Desteya Perwedeyê ya Herêma Efrînê ji bo vekirina dibistan, peymangeh, akademî û zanîngehan kar kir û wiha dom kir: "Xebatkarên xwe perwerde kir. Di encamê de asta perwedeyê di dibistanên Efrînê de gihişt vê asta û gelê Efrînê bi zimanê xwe yê dayîkê hatin perwedekirin."

Semîra Hecî Elî her wiha bibîr xist ku dagirkeriya Tirk û piştî Efrîn dagir kirin, metriyalên Tirk xistin dibistanên Efrînê û ala Tirkiêy li ser dibistanên wê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev bi hevkariya hin xayînên kurd pêk hat. Wan xayînan îda dikin ku ji beriya salan ve doza mafê kurdan û perwerdeya bi kurdî, dikirin. lê di daxuyaniyên xwe yên li ser çapemeniya Tirkiyê de gotin ku perwerde başe, çi bi zimanê erebî be û çi bi zimanê Tirkî be. Bi tu awayî jî bal ne kişandin ser zimanê kurdî."

Hevseroka Desteya Perwedeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hecî Elî di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku gelê Efîrnê yên neçarî koçberiyê bûn e û berê xwe dane Şehbayê di şert û mercên jiyanî yên zehmet de jî dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin. Lewma di kampêa de hejmarek mezin a zarokan heye, pêwîstiya wan bi perwedeyê heye. Niha nîqaşên cidî di navbera desteya me û Desteya Perwedeyê ya Efrînê derbarê domandina perwedeya zarokan di kampan de. Da ku sala xwendinê li wan neçe."

(dc)

ANHA