Karê Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî derbasî bajarê Reqayê bû baştir bû

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulhamid El-Mihbaş diyar kir ku xizmetên meclîsa wan piştî ku xebatên xwe derbasî bajarê Reqayê kir wê baştir bibe.

Karê Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî derbasî bajarê Reqayê bû baştir bû
4 nîsan, 2018   06:36

XALID EL-CUMA / REQA

Meclîsa SIvîl a Reqayê di 18'ê nîsana sala 2017'an de li navçeya Ên Îsa ji bo pêkanîna xizmeta welatiyan û rêxistinkirina wan hate ava kirin.

Ji ber navneda Meclîsê li navçeya Ên ÎSa bû û zehmetiya çûn û hatinê hebû, Melcîsê piştî bajar rizgar bû û welatî vegeriyan bajar, navenda xwe bi hemû komîteyên wê derbasî bajarê Reqayê kir.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulhamid El-Mihbaş derbarê veguhestina Meclîsê ya bajarê Reqayê ji ajansa me re axivî û got ku piştî meclîsa wan navenda xwe bir bajarê Reqayê derfetên wan ji berê baştir bûn e û wiha dom kir: "Ev yek di temîrkirina xetên avê, kenalizyon û karê tenduristî û mirovî ku pêk tê diyar dibe."

Ebdulhamid El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku xebatên wan wê ji bo ji nû ve avakirina binesaziya bajar ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye xirakirin wê dewam bike, her wiha dê xebatên rakirina mayînên ku j i bermahiyên çeteyêan DAIŞ'ê mane li taxên Reqayê yên mane dewam bikin.

(dc)

ANHA