Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike

Komîteya Çandiniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê projeya xwedîkirina masiyan lêkolîn dike.

Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike
Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike
Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike
Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike
Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê xwedîkirina masiyan lêkolîn dike
4 nîsan, 2018   06:14

TEBQA

Proje xwedîkirina masiyan li ber çemê Firatê bi aramnca sûd ji xaknîgariya herêmê û pêşxistina aborî pêk tê. Di heman demê pêşxistina cûreyên masiyan û parastina wan ji nêçîrê pêk tê.

Herêma Tebqa ya li bakur-rojava bajarê Tebqayê dikev cihekî herî guncaw ji bo xwedîkirina masiyan e. ji ber cihê wê gelek cuncaw e.

Mezreyên masiyan ku tê xwestin ku werin amadekirin ji 9 beşan pêk tê. Di wan de 9 qefesên ku di 9×6 metran de ne hene. Di wan de masî çêlîkên masiyan têne danîn. Bi qasê di navbera 2 hezar û 500 û heta sê hezar masiyên biçûk ku giraniya her yekî di navbera 60 û 100 giramî de ye tê danîn.

Qefes di nava avê de têne bi cih kirin û di wan de êm tê danîn. Masiyên biçûk di dawiya burahê re têne bi cih kirin û êmê ji wan re tê danîn.

Komîteya Çandiniyê destnîşan kir ku ev piroje dibe ku sûdek aborî baş pêk bîne. Semyanê wê jî bi qasî sed milyon lîreyên Sûriyê ye.

(dc)

ANHA