ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2018
4 nîsan, 2018   04:00

- Pêşketina Berxwedana Serdemê ku şervanên YPG/YPJ û şêniyên Efrînê di qonaxa wê ya duyemîn li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîn in, dê were şopandin.

-Hemû çalakî, xwepêşandan û meşên ku dê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê dê li Bakurê Sûriyê û Cîhanê werin lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Stada Heysem Kuço dewriya di navbera mamostayan de dê lîstoka fînalê di navbera Tîma Tilbarak û Tîma Hesekê de bê lîstin. Saet 14.00 (Bİ WÊNE Û DÎMEN) 

-Meclîsa Qamişlo ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan mîtîngekî li dardixe. Pêşiya mitingê dê ji bo Ocalan dar bên çandin. Saet 10.00 (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Serêkaniyê rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya rojbona Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Li bajarê Hesekê baxçeyek tê vekirin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jina bi navê Heyfa Mûsa Mihemed ya 20 sal berê di temenekî biçûk de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît, li ser firkê Ocalan tekoşîna xwe dewam kir û ev tişt anî ziman: "Divê em azadiya Rêber Ocalan bikin, aramnca tekoşîna xwe ya sereke." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Desteya Perwedeyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku derbaskirina zimanê tirkî di dibistanên Efrînê de nîşana herî ber bi çav a tunekirina çandî ya Efrînê ye û wiha got: "Niha nîqaş hene ku li kampên Şehbayê perwedeya şagirtan were dewamkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên Girê Spî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û gotin rojabûna Ocalan  berbanga azadiyê ya ji hemû gelên bindest re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yek ji welatiyên di kampa Berxwedana ya herêma Şehbayê de dimîne, diyar kir ku dewleta Tirk wê li ser dagirkirina Efrînê poşman bibe û ev tişt anî ziman: "Armanca dewleta Tirk ew e ku projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê yên Kantona Hesekê li gundê Jinwar kom dibin û rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebid El-Hamid Mihbaş da zanîn ku piştî ku meclîs veguhezî Reqayê, dê xebatên xizmetê bêne pêşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Çandiniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk amadekariya projeya xwedîkirina masiyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Roj li pey rojê xebatên perwedeyê li bajarê Reqayê pêş dikeve û dibistanên nû têne vekirin. Welatî bi girseyî berê xwe didin dibistanan û zarokên xwe yên ev 5 sal in ji perwerdeyê bê par mane, qeyed dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA