Xebatên perwerdeyê li Reqayê bi lez pêş dikeve

Roj li pey rojê xebatên perwedeyê li bajarê Reqayê pêş dikeve û dibistanên nû têne vekirin. Welatî bi girseyî berê xwe didin dibistanan û zarokên xwe yên ev 5 sal in ji perwerdeyê bê par mane, qeyed dikin.

Xebatên perwerdeyê li Reqayê bi lez pêş dikeve
4 nîsan, 2018   04:21

REQA

Ji dema bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û vir ve Komîteya Perwedeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqay ê ji bo amadekirina dibistanan û vekirina wan di nava liv û tevgerê de ye. Dibistanên têne vekirin pêşwaziya xwendekaran dikin û hejmarek zêde ya welatiyan berê xwe didin wan dibistanan.

Rojane bi sedan şagirtên Reqayê yên zêdeyî 5 salan ji xwendinê bê par mane berê xwe didin dibistanan û di refên xwe de rûdinên.  Asta xwendekarên ku bi salan ji xwendinê bê par mabûn, pêş dikeve, bi taybet ji ber Mamoste bi baldarî li şagirtan dinerin û rewşa wan a taybet ku çend salan ji perwedeyê dûr ketibûn di ber çavan re derbas dikin.

Dibistana Memûn yek ji dibistanên Reqyaê ye û yek ji dibistanên destpêkê ku li nava bajarê Reqayê hate vekirin e.

Derbarê şopandina xebatên perwerdeyê di nava dibistanê de li ser riwê zarokan kêfxweş diyare û li xwendina xwe baş dinerin, da ku tiştê ji wan derbas bûye derbas bikin.

Hejmara şagirtan di dibistanê de yên refa sê zimanê ingilîzî jî têne perwede kirin. Asta perwedeya wan a zimanê erebî jî baş bûye.

Derbarê mijarê de Mamosteyê bi navê Yihya Yûsif diyar kir ku di dibistana wan de zêdeî 30 refan pulan heye û destnîşan kir hejmara şagirtan jî gihiştiye zêdeyî hezar û 400 xwendekarî."

Mamoste Yihya di berdewama axaftina xwe dejî got ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin ku da ku asta perwedeyê li Reqayê pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "banga min ji hemû aliyan re ku alîkariya me bikin, da ku asta perwedeyê were pêşxistin."

(dc)

ANHA