'Wê dewleta Tirk poşman bibe ku Efrîn dagir kiriye'

Yek ji welatiyên di kampa Berxwedana ya herêma Şehbayê de dimîne, diyar kir ku dewleta Tirk wê li ser dagirkirina Efrînê poşman bibe û ev tişt anî ziman: "Armanca dewleta Tirk ew e ku projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe."

'Wê dewleta Tirk poşman bibe ku Efrîn dagir kiriye'
4 nîsan, 2018   05:30

SOLÎN REŞÎD - ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Di encama êrîşa hovane ya Artêşa Tirk û çeteyên wê ku hemû çekên giran û balafir bi kar anîn, şêniyên Efrînê piştî 58 rojan neçar bûn ku ji malên xwe derkevin da ku xwe ji komkujiyan biparêzin.

Malbata welatiyê bi navê Hecî Cemîl (78) ê ji gundê Şîtka ya navçeya Mabata jî neçar bû ku koçbr bibe.

Hecî Cemîl û malbata xwe niha di Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê dimîne. Hecî Cemîl diyar kir ku Armanca Artêşa Tirk û çeteyên wê ji êrîşa li ser Efîrnê ew e ku pirleya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibin û wiha dom kir: "Dewleta Tirk distirste pirojeya demokratîk derbasî Tirkiyê jî bibe. Ji ber wê di binnavê 'şerê terorê' de êrîşa vê projeya me ya demorkatîk kir. Ew naxwaze vê projeye ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dihewîne, serbikeve."

Hecî Cemîl di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê ku 58 rojan dewam kir û wiha pê de çû: "Gelê me li dijî duyemîn hêza NATO li ber xwe da. Gelê me isbat kir ku xwedî îradeyeke xurte û dikare liber xwe bide. Heta nefesa dawî berxwedan hate kirin. Gelê me hîn jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk liber xwe dide. Heger bajarek din xencî Efrînê ba, di encama êrîşa hate kirin de wê di hefteya yekem de ketiba. Efrîn ji hemû cîhanê re isbat kir ku ew ê bi hêsanî nekeve."

Hecî Cemîl di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku dewleta Tirk dîktator projeya demokratîk qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk dûrî demokrasiyê ye, lewma projeya me qebûl nake. Lê bela baş bizane, em  ji Efrînê dernekevin. Em hîn li Efrînê ne, em vê rewşa giran tehmul dikin lê em ê dagirkeriya wan qebûl nakin. Em ji neçarî hatine Şehba ku ew jî beşek ji Efrnê ye."

Hecî Cemîl her wiha da zanîn ku ji bo komkujiyên mezin pêk neyên ew derketin û wiha domand: "Êrîşîn Artêşa Tirk a dagirker hîn jî didome. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin ku ew ê poşman bibin, ku ketin Efrînê. Ji ber em destek in, tu cûdahî di navbera pêkhateyên herêma Efrînê de nîne, em ê heta dawî li ber xwe bidin û em ê vegerin Efrînê."

Rêveberiya Xweser a Efrînê û bi alîkariya Rêveberiya herêma Şehbayê di meha derbasbûyî de Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê vekirin. Di kampê de niha 450 kon hatine vekirin.

(dc)

ANHA