Cenazeyê şehîd Hesen Hemed hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesen Hemed ku dema li ser erka xwe bû gihîşt asta şehadetê, li goristana Şehîd Mehmûd Tumê oxir kirin. 

Cenazeyê şehîd Hesen Hemed hat oxirkirin
3 nîsan, 2018   15:33

GIRÊ SPÎ – Girseya gel dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ berz kirin û alên TEV-DEMʹê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Saziya Malbatên Şehîdan rakirin. 

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên Meclîsa Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kantona Girê Spî û bajarê Reqayê amade bûn. 

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah, bi navê Kongreya Star Mihabad Derwês, Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid û bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Hecî Ibrahîm axivîn. 

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re xwestin û bal kişandin ser rola şehîd di parastina ewlehiya herêmê de. 

Axêveran soza şopandina riya hemû cangoriyên azadiyê û parastina destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê dan. 

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyî wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin. 

(mm)

ANHA