Hunermend û stranbêjê Kurd Ehmed Şemal hat bîranîn

Ehmed Şemal di sala 1923'an de li Taxa Serşeqam a Silêmaniyê ji dayik bûye. Navê Ehmed Şemal yê temam Ehmed Mehmûd e û bi navê 'Ehey Xulesneyî yan jî Ehmed Şemal tê naskirin.

Hunermend û stranbêjê Kurd Ehmed Şemal hat bîranîn
3 nîsan, 2018   15:02

NAVENDA NÛÇEYAN - Di temanê xwe yê zarokatiyê de dest bi xwendina Quranê kiriye, piştre ji ber rewşa hejmariyê ders ji xwendinê di berde û li bajaran dest bi karkeriyê dike. Di jiyana xwe de karên weke, karkerî, nêçîrvanî, şivanî kiriye. Jiyana xwe bi êş derbas kiriye. Her wiha li gel kar girîngî daye hunerê jî.

Ehmed Şemal li Silêmaniyê dest bi karê hunerê kiriye. Ehmed Şemal bavê 6 zarokên bi navê  Cemal, Celal, Ceza, Şemal, Nask û Benaz  e.

Di sala 1953'an de dest bi karê hunerî kiriye, piştî demekê di nava civakê de tê naskirin û ji aliyê gel ve tê heskirin. Li gel hunermendên wê demê, hunermend Mamlê, Merdan û  zîrek stran gotiye.