ʹRojbûna Ocalan rojbûna azadiyê yeʹ

KPC-D derbarê jiyana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de semînerek da. Piştre jî sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan.

ʹRojbûna Ocalan rojbûna azadiyê yeʹ
3 nîsan, 2018   15:45

HELEB – Bi boneya Rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, KPC-D li bajarê Helebê semînerek da. Di semînerê de bi dehan mamoste amade bûn. 

Semîner li dibistana Alan Mihemed a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat dayîn û bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama KPC-D a û mamosteya zimanê Kurdî Ilfet Hesen û mamosteyê zimanê Îngilîzî Şukrî Mustefa semîner dan. Mamosteyan rojbûna Rêbertiyê li tevahî gelan pîroz kirin û hêvî kirin ku sala nû bibe sala azadiya Ocalan. 

Mamosteyan bal kişandin ser têkoşîna Rêbertiyê ji bo doza Kurdî û parastina mafê gelê Kurd û tevahî gelên bindest. Her wiha bal hat kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan ji bo ku felsefeya azadiyê belav nebve. Di berdewama semînerê de mamosteyan anîn ziman ku berxwedana Îmraliyê komplo vala derxist û avakirina projeya neteweya demokratîk misoger kir. di dawiyê de mamosteyan gotin ku rojbûna Ocalan rojbûna azadiyê û jina azad e.  

Di dawiyê de sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan.  

(mm)

ANHA