Recep Ozacar: Çeteyê ku artêşa Tirk jê re palpişt e

Portreya cîhadiyeke ku artêşa Tirk jê re bûye palpişt, ne çîrokek ji rêzê ye. Çîrok û portreyeke ku ji hemû girêdanên organîk ên di navbera dewleta Tirk û komên çeteyan de û hemû têkiliyên wan ên qirêj ên ji nijadperestiya MHP’ê dirêjî nava Eniya Turkmenan a pîlotê Rus kuştiye û ji Cebhet El-Nusra heta Efrînê hildigre vana xwe û deşîfre dike.

Recep Ozacar: Çeteyê ku artêşa Tirk jê re palpişt e
3 nîsan, 2018   05:27

ARYA WELAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyê bi navê Recep Ozacar ê li gundê Golanî (Önevler) yê navçeya Gerger a ser bi Semsûrê hatiye dinyayê, li Efrînê hat kuştin.

 Weke ANHA me têkiliyên xerîb û ecêb ên vî çeteyê ku li ser daxwaza malbatê cenazê wî birin welatê wî û qaşo “şehid” hat îlankirin, berhev kir.

Recep Ozacar destpêkê weke endamekî koma çeteyên Eniya Turkmenan (Cebhet El-Turkmanî) a ku Turkiye piştgiriyek mezin didê û 2015’an balafira Rusan xistibûn, derbasî axa Suriyê dibe. Ozacar di nava grûba Alparslan Çelik de şer dike; Alparslan Çelik ê MHP’yî yê ku pîlotê balafira Rusî dikuje û vê jî bi dîmenên kişandiye radigihîne. Di lêkolîna xwe de em gihiştin wêneyên Ozacar ên wan deman û têkiliyên wî.

Hevaltiya bi serokê kontrayê ‘Hêzên Taybet ên Gel’ re

Piraniya ekîba faşîstên MHP’yî yên ku wê demê li Cebel Turkman bi Ozacar re şer kiribûn, vegeriyan Tirkiyê. Ji van kesên zîvirîne ji bilî kujerê pîlotê Rusî Alparslan Çelik, kesek din ê balê dikşîne heye.

Ev kes jî serokê koma kontra ya çekdar a bi navê ‘Hêzên Taybet ên Gel’ Fatih Kaya ye. Navê grûba kontra ‘Hêzên Taybet ên Gel’ (Halk Özel Harekat/HÖH) piştî hewildana derbeya 15’ê Tîrmehê zêdetir kete rojevê û nave xwe da der. Çapemeniyê qal dikir ku şeva 15’ê Tîrmehê kesên serê eskerên Tirk jêkirine û gelek ji wan lînc kirine, ji alî ‘Hêzên Taybet ên Gel’ (HÖH) koma kontra ya ku li Sûrî şer kirine û Ozacar jî di nav de ye hatine kordînekirin. Herwiha dîmen û wêneyên serokê koma kontra (HÖH) Fatih Kaya û serokkomarê Tirkî R.T. Erdogan jî peyda bûn û Kaya di hevpeyvînekê de eşkere dike ku wî 10 salan di nav artêşa Tirk de wezîfe kiriye.

Fatih Kaya di hesabê xwe yê tora civakî de piştî kuştina çeteyê bi navê Ozacar di parvekirineke xwe de derbarê Ozacar de dibêje "hevalê min ê çek" û li binê nivîsê jî dimênê ku li Cebel Turkman bi hev re kişandine parve dike. Xaleke din a girîng a di parvekirina Kaya de jî wiha ye: "hîna duh bi wî dengê xweş û bi ken, em bi kêliyan axivîn bi hev re."

Kesê ku “hîna duh bi wî dengê xweş û bi ken bi kêliyan” pê re “axiviye” çeteyê bi navê Ozacar e. Fatih Kaya link a hesabê Ozacar jî daye. Dema mirov dikeve vî hesabî û çav li parvekirinên wî digerîne bi rehetî em digihêjin hin agahiyên girîng. Em dibînin ku Ozacar li Cebel Turkman bi heyalê Tûranî MHP’yî ye, lê belê li İdlibê bi yekcarê vedigere “mucahid” ê li pey cîhadê diçe.

Li Cebel Turkman MHP’yî, li İdlibê mucahid

Ji hesabên tora civakî yên kevin, bi awayeke zelal eşkere dibe ku çeteyê bi navê Ozacar, beşdarî Cebhet El-Nusra ya baskê El Kaide ya Suriyê bûye. Bi van parvekirinan jî eşkere îsbat dibe ku El Nusra ya ku Turkiye ew terrorist îlan kiriye çawa li İdlibê bi artêşa Tirk re hevbeş tevdigere. Ev kesê ku piranî jibo AKP û MHPê peyam û parvekirinên xwe hene, di heman demê de dibêje ku Ozacar hem endamê El-Nusra ye û hem jî endamê MHP’ê ye. Di parvekirinên xwe yên kevin de Ozacar bi îşareta MHPê, cilubergên artêşa Tirk û bi ala Tirkî wêne kişandiye, lê belê li İdlibê bi rihên xwe yên dirêj vê carê jî bi îşartea “cîhad" derdikeve pêşberî me.

Ji El-Nusra ber bi eniya Efrînê…

Ozacar ê ku demek dirêj li nav refên El-Nusra li İdlibê maye, roja 11 Adarê van tiştan parve dike: "Birayên min, şêr ên ku di operasyona Efrînê de cih digrin, ez bextewar im û şahnaz im ku bi we re heman doze, heman şehadet û heman tekoşînê parve dikim. İnşallah ez li benda wê rojê me ku xwe bigihînim we. Xwedê bi me re ye. Ez pir ji we hez dikim. Mirin hebe jî veger tune ye. Allahu akber, allahu akber" (nivisa wî bÊyî guhertinan weke xwe hatiye dayîn.)

Ozacar ê ku çeteyên Efrînê talan dikin weke “şêr” bi nav dike, dibêje "ez bêsebrim jibo wê roja ku ezê xwe bigihînim we.” Ozacar ê ku pir dixwest bi çeteyên li Efrînê re be, roja 30’ê Adarê xebera mirina wî hat.

Kesên nêzî Ozacar mirina wî li Efrînê wiha ragihandin: "Receb Ozacar ê nifusa wî li ser gundê Golanî ya navçeya Gergerê keydkiriye, dema ku di nav refên ‘Arteşa Azad’ (ÖSO) de cîhad dikir, li Efrînê şehîd bûye. Termê Ozacar ê ku demek dirêj di nava ‘artêşa azad’ de cîhad dikir, li ser daxwaza malbata wî ji Hatay'ê hat girtin û li ser esasê ku li gundê Golanî were definkirin anîne Gerger'ê. Jibo şehîd ji Xweda rehmet û jibo malbata bi êş sersaxî dixwazin."

Li ser tora civakî serokê kontra (HÖH) Fatih Kaya, Cebheya Turkman û gelek kesên weke wan, jibo kesê ku endamê rêxistineke ji alî Turkiye ve "terorist" hatiye îlankirin, weke ‘şehîd’ radigihînin û sersaxiyê jê re dixwazin. Li aliyê din jî parvekirineke dîmenek a kesê bi navê Evren Kaya yê ku bi Devlet Bahçeli re li kêleka hev wêne girtiye, balê dikşîne. Evren Kaya yê dibêje ew di Federasyona Futbol a Turkiye de kar dike û di nava MHPê de siyasetê dike, dîmenên xwe yên bi çeteyên li cem Ozacar re belav kiriye û li binê dîmen wiha nivîsiye: "Hevalê min ê dozê yê hêja, birêz Mucahit Recep Ozacar berê li Cebel Turkman, niha jî li İdlibê tekoşînek mezin didin, di riya Sêva Sor (Kızıl Elma) Turan de. Jibo miletê Tirk şer dikin. Jibo xatirê Xwedê em alîkariya van mêrxasan bikin, herkesek bi qasî ji dest tê bila tiştekî bike, çi dibe bila bibe! Yan ji min re yan ji birêz Recep Ozacar re bi riya peyamên taybet binivîsin û alîkariyên xwe dikarin li ser jimare hesaba ku bide we razînin. Ez û tu nine, em hene. Em malbateke mezin in, bi hev re em miletê Tirk ê bilind in!"

Çeteyê bi navê Ozacar jî di parvekirinê de dibêje, ku tevî çeteyên cîhadîst ên ji derve hatine Surî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û daxwaza alîkariyê ji Kaya dike.

ANHA