'Tiştên Ocalan berê digot, niha pêk tê'

Şêniyên Girê Spî yên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtine diyar kirin ku tiştên wê demê bihîstine îro di piratîkê de pêk tê.

'Tiştên Ocalan berê digot, niha pêk tê'
'Tiştên Ocalan berê digot, niha pêk tê'
3 nîsan, 2018   05:29

GIRÊ SPÎ - Welatiyên Girê Spî yên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtine derbarê salvegera 69'an a rojbûna wî ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Hemê Hecî Henîf yê ji Girê Spî di sala 1995'an de li bajarê Helebê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît. Derbarê dîtina Ocalan de wiha got: "Di destpêkê dîtina min ji Rêbertî re ez ketibûn panîkê de, wê demê Rêbertiyê semînerek dema wê 2 saet da me."

Hemê, da zanîn ku di wê demê de semînerê de Ocalan behsa Sûriya pêşerojê dikir û wiha dom kir: "Tiştê Rêbertî di wê semînerê de anî ziman, niha li ser erdê pêk tê. Rêebrtî xwedî bîrdozî û felsefeyek wekî wê pir kêm e. Bi şehîdan pir bi bandor dibû, xwedî îrade û sebreke mezin bû."

Jina bi navê Şemsa Ismaîl di sala 1990'yî de li Paytexta Lubanê Beyrûtê Ocalan dît. Şemsa di destpêka axaftina xwe de roja 4'ê Nîsanê li hemû hezkiriyên Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Ocalan xwediyê dozeke demokratîk e. Dema me serdana Rêbertî kir, ez gelekî kêfxweş bûm. Baweriya wî gelekî bi gelê wî dihat ku dê xeta şehîdan bidomîn in. "

Şemsa da zanîn ku Ocalan gelekî bal kişand ser rola jinan di nava civakê û zanebûna jinan û wiha dom kir: "Nêzîkatiya Rêbertî bi jinan re neyê wesifkirin. Azadî da jinê û wê fêrî azadiya rast kir."

Welatiyê bi navê Weysî Salih jî di sala 1990'yî li Lubnanê Ocalan dît û bi kesayeta wî pir bi bandor bû. Salih derbarê dîtina Ocalan de wiha axivî: "Dema min nû Rêbertî dît, ez gelekî bi kesayeta wî bi bandor bûm. Tu cûdahî ne dixist nav pêkhateyan. Sebra wî, hêza wî ya kesayetî bala mirov dikşand. Tiştekî din jî ew ku tiştê wê demê behs dikir, em îro li ser erdê dibîn in."

(dc)

ANHA