Cotkarên  Minbicê dest ji çanda xwe bernadin

Tevî alavên çandiniyê yên nûjen derketine û di qada çotkarî û çandiniyê de gelek gavên pêşketî hatine avêtin, hîn jî cotkarên Minbicê rêbaza çandinê ku bav û bapîrên xwe wergirtina diparêz in.

Cotkarên  Minbicê dest ji çanda xwe bernadin
3 nîsan, 2018   04:45

ISRAI REMEDAN- SILWA EBDULREHMAN

MINBIC- Di salên dawî de alavên çandiniyê û cotkariyê gelekî pêş ketine, lê welatiyên Minbicê di kar û xebatên xwe yên çandinê baweriya wan bi alavên ku ji bav û bapîrên xwe wergirtine û wan alavên cotkariyê yên kevin bikar tîn in.

Dema mirov li başûrê Minbicê di nava zeviyan de digere, welatî çawa alavên kevin  a cot ku  li herêmê navê "Refis" lê tê kirin, bi kar tînin. Cotkar dibêjin ku terektor girane, ziyanê li erdê dike û başbûna wê ji çandiniyê re kêm dike.

Cotkarê bi navê Mustefa Xelîl diyar kir ku ji beriya 30 salî ve ew zeviyên xwe bi "Refis" cot dike û destnîşan kir ku terektor zirarê dide erdê û zeviyên mehane wekî xes, fûl, fasûlî û herwekî din baş çênabin, lewma ew zeviyên xwe bi Rfis cot dikin. El-Xelîl, her wiha destnîşan kir ku ew niha alavên kevin bi kar tîne û tekez kir ku erdê wiha şilaya xwe jî diparêze û ev tişt anî ziman: "Di encamê de cotkariya bi alavên kevin, ziyanê naghîne, zeviyan."

Refis, alava cotkariyê ya kevin, ji sikeyek hes in pêk tê, bi hesp tê kişandin. Tişta wê ya baş jî axa zeviyan hûr derdikeve.

(dc)

ANHA