ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2018
3 nîsan, 2018   04:00

- Pêşketina Berxwedana Serdemê ku şervanên YPG/YPJ û şêniyên Efrînê di qonaxa wê ya duyemîn li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîn in, dê were şopandin.

-Hemû çalakî, xwepêşandan û meşên ku dê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê dê li Bakurê Sûriyê û Cîhanê werin lidarxistin, dê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajarê Hesekê wê navenda xwe bi merasîmekê vebike. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a Hesekê, wê şaredariya rojhilatê bajar bi merasîmekê vebike. Saet di 12.00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kantona Kobanê wê sersaxiyê ji malbata Şehîd Riyad Coban re bixwazin. Merasîma sersaxiyê li gundê Şêx Coban a Kobanê wê pêk were. Saet di 10.00'an de (BI WÊNE Û DÎ MEN)

-Kongreya Star bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê li bajarê Kobanê û herêma Sirînê daran biçîn in. Saet di 11.00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dikandar û bazirganên gundên navçeya Şêrawa û navçeyên kantona Şehbayê ji kêmbûna madeyên ku pêwîstiya welatiyan bi wan heye, gazinc dikin. Bi taybet piştî ku Artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê talan kirin, dikan û depoyên wê hemû dizîn, vê yekê bi awayekî neynî bandor li bazirganiya herêmê kir.

-Rojnamavanên Bakurê Sûriyê û Rojava ye Kurdistanê diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşên li ser çapemeniyê dixwazê rastiyê bin ax bike û destnîşan kirin ku armanca wan a serêkê dengê haqîqatê ji civakê dûr bixê ye. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hejmara koçberan di kampa Minbicê de zêde bû ye, ji ber vê yekê Rêveberiya Kampa Minbicê biryar da ku cihê kampa rojavayê bajar, veguhezîne rojhilatî bajar. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Portreya cîhadiyeke ku artêşa Tirk jê re bûye palpişt, ne çîrokek ji rêzê ye. Çîrok û portreyeke ku ji hemû girêdanên organîk ên di navbera dewleta Tirk û komên çeteyan de û hemû têkiliyên wan ên qirêj ên ji nijadperestiya MHP’ê dirêjî nava Eniya Turkmenan a pîlotê Rus kuştiye û ji Cebhet El-Nusra heta Efrînê hildigre vana xwe û deşîfre dike.

-Bi rasthatina roja 4'ê Nîsanê nûçegîhanên me bi şêniyên Kobanê re hevdîtin pêk anîn. Wan jî rojabûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li tevahî gelan pîroz kirin.

-Berpirsê Kenîseya Marîsa Hekîm Mîxaîl Yeqûb diyar kirk u Fikrê Ocalan ne fikirekî tenge û got ku fikrekî anternasyonal û bê cûdahî ji hemû pêkhatayan hez dike, cûdahiyê naxwe navbera kurd, ereb û suryaniyan de.

POLTÎK

-Mistefa Meşayîx hemû kesên bi dagirkeriya Tirk re dibe alîkar bi dijwarî rexne kir û got: "Wan aliyan isbat kirin e ku ew çetene bi pereyan kar dikin, ne xwediyên pirojeya Sûriya Pêşkerojê ne."

CIVAK Û JIYAN

-Tevî alavên çandiniyê yên nûjen derketine û di qada çotkarî û çandiniyê de gelek gavên pêşketî hatine avêtin, hîn jî cotkarên Minbicê rêbaza çandinê ku bav û bapîrên xwe wergirtina diparêz in.