Hejmara koçberan li Minbicê zêde bûye

Hejmara koçberan di kampa Minbicê de zêde bû ye, ji ber vê yekê Rêveberiya Kampa Minbicê biryar da ku cihê kampa rojavayê bajar, veguhezîne rojhilatî bajar.

Hejmara koçberan li Minbicê zêde bûye
Hejmara koçberan li Minbicê zêde bûye
Hejmara koçberan li Minbicê zêde bûye
3 nîsan, 2018   04:20

SELWA EBDULREHMAN

MINBIC- Di demên dawî de pêla koçberiya ber bi Minbicê ve zêde bû. Welatiyên ji Sûriyê yên ku şer ûû pevçûn lê hene, bi bejahiya başûrê Reqayê berê xwe didin Minbicê. Welatî ji ber şer koçber dibin.

Bi nêzîkbûna demsala havînêre û ji ber ku cihê di kampê de teng bûye, di heman demê de ji ber ku Rêxistin li gorî pêwîstiya koçberan alîkariyan pêşkêş nakin. Rêveberiya Kampê biryar da ku cihê kampê ji rojavayê Minbicê veguhezîne rojhilatî bajar, ji ber li wir cih daha guncawtire ku kamp were mezinkirin.

Rêveberê Kampa Minbicê diyar kir ku ji ber erda ji kampê re hatiye veqetandin têrê nake, herwiha ji ber ku erda wê erdên welatiyan e û têra vekirina hejmarek mezin a konan nake. Rêveberiya Kampê li gundê Resim El-Exder a başûr-rojhilatê bajarê Minbicê cihekî nû ji kampê re diyar kir. Di heman demê rê di navbera kampê de hate vekirin.

Endamê Rêveber ê Kampa Rojavayê Minbicê Îmam Mustefa derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku di 15'ê adara sala derbasbûyî koçberên herêmên rojhilatê Helebê berê xwe dan kampê û wiha got: "Hejmara malên di kampê de gihişt 450 malbatan. JI ber bê xemiya rêxistinên navdewletî ku alîkariya koçberan nakin. Di heman demê de bi kêmderfetiya Rêveberiya Kampê, rêxistinan kon pêşkêş kirin. Konên wan qetiya bûn, ji vekirinê re ne dibûn û pêwîstî pêk ne anîn."

Îmam di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistinên alîkariyan kir ku ereka xwe pêk bîn in û alîkariya koçberan bikin.

(dc)

ANHA