Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê sersaxî ji malbata Barzanî re xwest

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê  derbê wefata birayê Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji Serokê Hikûmetê re, malbata Barzanî û gelê Başûr re xwest.

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê sersaxî ji malbata Barzanî re xwest
2 nîsan, 2018   16:14

NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê derbarê wefata birêz DIlovan Barzanî birayê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvanê Barzanî peyama sersaxiyê ji malbata Barzanî û gelê Başûrê Kurdistanê re şand.

Peyama Sersaxiyê ya TEV-DEM'ê wihaye:

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî:

Bi xemgînî me agahiya wefata birayê wê birêz Dilovan Barzanî bihîst. Em bi êşa we bi were parve dikin. Em ji were sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbata we ya bi rumet re dixwazin. Em ji xweda dixwazin ku cihê birêz Dilovan buhişt be. Em ji xwedan dixwazin ku sebrê bide kesayet, malbat û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê û bê bike dawiya xemgîniyan. Her wiha xemgînî û nexweşiyan dûrî we bixe."

(dc)