KCD`ê Cejna Pascalyayê li hemû Xirstiyanan pîroz kir

KCD`ê got,ʺEm Cejna Pascalyayê di serî de li hemû Xiristiyanan, bi taybetî jî li gelê me yê Suryanî bi dil û can pîroz dikin.

KCD`ê Cejna Pascalyayê li hemû Xirstiyanan pîroz kir
2 nîsan, 2018   08:14

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)bi wesîleya Cejna Pascalyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:

ʺErdnîgariya qedîm a  Mezopotamyayê ku bi hezaran salan e ji ol, bawerî û çandên cuda re dergûşî kiriye û bûye welatên hezkirin û biratiya gelan. Azadkirina xaka Mezopotamyayê wê bibe temînata hemû gel, bawerî û çand bi biratî û bi hev re bijîn.

Îro Cejna Pascalyayê ku alema Xiristiyan bi coşeke mezin pîroz dike. Bi baweriya ku ev cejna wê biratî û wekheviya gelan xurtir bike, em Cejna Pascalyayê di serî de li hemû Xiristiyanan, bi taybetî jî li gelê me yê Suryanî bi dil û can pîroz dikin.ʺ

(kc)