Li Silêmaniyê teqîn, du welatî mirin

Li bajarokê Mawetê yê Silêmanî, ji ber teqîna mayinekê 2 welatî mirin.

Li Silêmaniyê teqîn, du welatî mirin
2 nîsan, 2018   08:00

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya RojNewsê, li bajarokê Mawetê yê Silêmanî welatiyan mayina ku li erdê dîtin pê lîstin û ji ber teqîna mayinê 2 kes mirin. Tê gotin, mayin ji dema şerê Îran û Iraqê maye.

Li ser nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dan agahî bi dest neket. Tê gotin ku kesên mirine 27 û 47 salî ne.