Bi fermana Tirkiyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hewl didin têkevin Darit Iza

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker hewl dide bajaroka Darit Iza ya ku li bejahiya rojava ya Helebê dikeve kontrol bike, di navbera wan û çeteyên Cehbet Tehrîr Sûriye de, şer derket.  Tê gotin ji her du aliyan kuştî çêbûne.

Bi fermana Tirkiyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hewl didin têkevin Darit Iza
2 nîsan, 2018   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan ji bejahiya rojava ya Helebê raghandin ku  di dema borî de, li ser parvekirina herêmê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra) û çeteyên Cebhet Tehrîr Sûriye de, rêkeftin çêbûye.

Çavkaniyan bal kişad ku duh, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi ferman dewleta Tirk a dagirker rêkeftina agirbestê di navbera wan û çeteyên Cebhet Tehrîr Sûriye îbtal kir.

Heman çavkaniyan raghandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hewl didin têkevin bajaroka Darit Iza û piştî ku bajarok kontrol bikin, wê çeteyên ku ji Xûta Rojhilat hatin derxistin, li şûna çeteyên Cebhet Tehrîr Sûriye bi cih bikin.

(kc)

ANHA