87 kopretîfên herêma Cizîrê aboriya herêmê pêş dixin

Hejmara kopretîfan li herêma Cizîrê gihişt 87'an di van kopertîfan de 30 hezar beşdar hene. Kopretîfan derfetên kar ji hemû beşdarên kopertîfan re peyda dike.

87 kopretîfên herêma Cizîrê aboriya herêmê pêş dixin
2 nîsan, 2018   07:00

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO - Rola Kopretîfan di pêşxistina asta aborî ya herêmî de xwedî bandorek mezin e. Di riya kopretîfan re derfetên kar ji gelek malbatan re hate peydakirin.

Di pêngava şoreşa Rojava de hewldan hate kirin ku aboriya civakî were pêşxistin. Ev yek di riya kopretîfan re pêk hat. Kopretîfên biçûk tiştê jê tê xwestin ji ber kêmbûna tecurbeyê tam rola ku jê dihat xwestin, pêk ne anî.

Piştî hin tecurbeyan kopretîf hatin vekirin û serkeftinên xwe nîşan dan. Bi van kopretîfên ku li tevahî herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê hatin vekirin bi hezaran welatî beşdar bûn. Di herêma Cizîrê tenê de 87 kopretîfên cûrbecûr hatin vekirin.

Kopretîf di xebatên çandiniyê, sewalvanî, bazirganî, avsazî û her wekî din de kar dikin.

Di xebatên çandiniyê de û bi taybet çandiniya genim, zebze, fûl, fasolî û bexçeyên sergirtî û herwekî din de deh hezar û 593 kes bedar bûne. Ji bo her parekê ji 10 heta 70 hezar lîreyên Sûriyê hatin girtin.

Beşê çandiniyê di herêma Cizîrê de serekftina xwe nîşan dan, bi taybet wekî çandiniya betata, pssîvaz, bacan, Xiyar û herwekî din, ev berhemên wan têne berhevkirin û bi buheyên kêm li sûkên herêmê têne firotin. Mînaka wê betata bi 225 lîreyên Sûriyê dihate firotin,daket heta 45 lîreyên Sûriyê, pîvaz jî ji 70 lîreyên Sûriyê daket 29 lîreyan.

Kopretîfên sewalvaniyê jî hatin vekirin. Di van kopretîfan de berix, beran, mirîşk û çêlek têne xwedîkirin. Di van kopretîfan de 6 hezar û 796 beşdar hene. Beşdariya her parekê bi qasî 50 heta 100 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Kargehên berhemên şîr jî hatin vekirin. Di van kargehan de jin kar dikin, penêr amade dikin. Rojane derdora tonek mast tê amdekirin û li sûkên Dêrikê têne firotin.

Kopretîfên bazirganiyê ku saziyên kirîn û firotinê jî di nava de hatin vekirin. Di vê kopretîfê de 11 hezar û 574 beşdar hene, di her parekê de di navbera 10 heta 20 hezar lîreyên Sûriyê tê girtin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê bazirganan hemû madeyên bazirganiyê girtin dest, di encamê de kîsê çimento derket heta 4 hezar lîreyan, lê di encama anîna kopretîfan çimento ji Başûr anîn, buhayê kîsê çimento daket 2 hezar û 100 lîreyan.  Her turekî şekir ji 14 hezar û 100 lîreyan daket 13 hezar û 400 lîreyên Sûriyê.

Kopertîfên pîşeyêî jî wekî kargeha Tehîniyê û Helawê, her wiha kargeha dagirtina avê jî hatin vekirin, li Şedadê terzîxane, cenetor û her wekî din jî hatin vekirin. Hejmara beşdarên van kopertîfan hezar kes e. Her parek van kopertîfan jî di navbera 300 û 25 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Di kopretîfa cenetor de dema ku heqê cenetor xilas dibe, cenetor dibe ya welatiyan, kargehên dirûdinê jî 75 ji sedî wan li karkeran tê belavkirin.

Bi saya kopretîfan derfetên kar ji gelek welatiyan re tê peydakirin, mehane heqedestê welatiyan di navbera 50 û 60 hezar lîreyên Sûriyê tê dayîn.

Ji ber vê yekê bandora kopretîfan di pêşxistina aboriya herêmê de heye. Di kopretîfê de sûdek kêm û karekî zêde tê pêşxistin.

(dc)

ANHA